8 Temmuz 2021 Perşembe

tehba xelef çû ber telef

Li Tirkîyeyê herî pir kê kurd, ermen, rûm kuştibin, qîmetê wî heye.
Çi jin çi mêr,
çi sîyasetvan çi dîplomat,
çi sivîl çi leşker...
bi qasî xwîna rijandîye nav û paşnavên wan li rê û piran, li sikak û kolanan, li kuçe û qadan, li dibistan û zanîngehan, li park û balafirgehan dikin.
Ez ê bibêjim bi xêr piştî Kurdistan serbixwe bibe, em ê jî nav û paşnavên van xwînrij û nijadperest û faşîstên xwînmij li ker û kûçikên xwe bikin, 
heyfa ker û kûçikan!

Wexta gundê Xano şewitandin û pez û dewarên wî di govan de birijandin, Xano hîn nuh zewicîbû; zavayê salê bû.
Wê salê, Xano ji neçarî bar kir, berê xwe da Antalyayê.
Du sê salan, wî û jina xwe bi qaweta pîyan karên xelkê kirin.
Li pey hev du keçikên wan çêbûn.
Roza û Nazdar.
Xano jêhatî bû û herweha xwedan dilekî pak û paqij bû; bextê xwe jî, ûjdanê xwe jî bi xwe re digerand, 
biçûya ku derê jî...
Hêdî hêdî zarok mezin bûn û sal bi sal halê wî jî xweş bû.
Dû re dev ji wî bernedan, li Antalyayê jî toqa nahletê kirin stuyê wî; li partîyê wezîfeyek danê; 
carinan çay çêkir, gerand, belav kirin, carinan rahişt pankartan û di meş û çalakîyan de serî kişand, carinan jî belavokên partîyê û rojname belav kirin.
Bi qasî "heval" li mala wî diman û radiketin, ew li mala xwe nedima û ranediket.
Keçikên wî mezin dibûn, lê rewşa wî roj bi roj bi paş ve diçû êdî.
Her du keçikan dibistana navîn qedand, dest bi lîseyê kir, lê Xano her di cîyê xwe de dijimart; du gavan bi pêş ve, du gavan bi paş ve.
Çay çêkir...
Çay gerand...
Derket meş û çalakîyan, pankart di dest de slogan avêtin, qîrîya...
Belavok belav kirin...
Tenê nema rojname belav kirin; wezîfeya belavkirina rojnameyan spart lawê xwe Egîd ê ku piştî Roza û Nazdarê çêbûbû.
Êvarekê, 
Xano bi haweyekî westîyayî tê malê. Kêfa Rozayê tune ye, piçekî xemgîn e; 
Nazdar li odeya din li dersên xwe dixebite.
Roza xwe li bavê xwe digire û tê cem wî; di serê Xano de bi dehan karker çakûç di dest de pirsgirêkan bi serê Xano ve dikutin, zingînî ji serê wî dihere.
Roza dibêje:
"Yabo! Îro li dibistanê Nazdarê li cem hevalên min ez biçûk xistim, min pir fedî kir, pir!"
Xano dibêje:
"Nazdarê çi bi te kir?"
Roza dibêje:
"Nazdar hat li cem hevalên min bi kurdî bi min re peyivî..."
Xano sar û metelbûyî dimîne; çav lê şil dibin, lê bi xwe re dixeyide, nahêle hêsir ji çavan biniqute. Keserekê dikişîne, dibêje:
"Ax Roza, Ax! 
Me mal û milkên xwe, 
me pez û dewarên xwe
me gund û warê xwe li ser vî zimanî kir; 
em ji ser axa xwe sirgûn bûn, çûn ketin kurtêlên xelkê, 
jîyan li me bû dojeh; 
di ber vî zimanî de em bûn nîvînsan 
û îro jî em ji ber vî zimanî şerm dikin, fedî dikin!
Heyhat!"

Te got biratîya gelan!
Te got biratîya zimanan!
Te got kurdî û tirkî xwişk û bira ne!
De here zimanê xwe jêke û di qûna xwe ke lo!

Gotina Dawî
Tehba xelef, çû ber telef!