18 Haziran 2021 Cuma

zîhnîyeta qeşmerane

Ax yadê, ax!
Ne li ber xwe, ez li ber te ketim, dema cara dawîn ez bûm kulmek xwîn û ji kezeba te niqutîm!
Wek doh...
Wek pêr...
Û ez dizanim ew ê sibê jî weha be!
Tenê em ji kîsê we diherin, 
tenê...
Nizanim, ka li ser kezeba te ew birîn ê bikewe yan na,
lê bawer bike ez ji kîsê te çûm
û êdî ez ê hew bikaribim ji bo kulmek ken bibezim.
Erê yadê!
Piştî min,
sersaxîyeke sembolîk,
liberketineke îdeolojîk
û çend niqut hêsir ê biherikin!
Dû re...
Tu yê bi tena serê xwe bimînî 
û bi nîvê kezebê tu yê bijî heta talîya emrê xwe.
Kêm kes ê bibêjin, 
"Heyf! Keçciwanek mir; ji kîsê dêya xwe çû!"
Pirê wan ê bi sloganên qeşmerane min bikin qurbana biratîya sexte.
Erê yadê!
Em ê her mîh bin di devê gur de, heta em bi gurê hundirê xwe nehisin.
Li pey min...
Nebêjin mir û çû, haa!
Ez dengê we dibihîzim...
-Ew keça ciwan bi destê nijadperestekî hat kuştin!
-Ev provakasyonek e li dijî biratîya kurd û tirkan.
-Em ê nehêlin hûn biratîya me xera bikin.
-Bijî biratîya gelan!
-Dîsa destekî qirêj dirêjî aştîyê bû! Û nizanim çi...
Na yadê, na. 
Guh mede van sloganên qelew.
Ez bi destê tirkekî hatim kuştin!
Ez bi qîlên gurekî ji maka xwe hatim qetandin û qetilkirin!
Bi kin û kurmancî,
ez bi destê "bira"yê xwe yê mezin hatim kuştin!
Û ez ê hîn gelek carên din bêm kuştin,
heger ev zîhnîyet ji mejîyan koç neke!..

Gotina Dawî
Berî ev zîhnîyeta teres mejîyê kurdan çolbeyar bike, kurd mêrxas bûn; 
di çavê dagirkerên xwe de xof bûn, tirs bera dilê wan didan.
Dema navê kurdan dibihîstin, sîya wan dibû ruhsitînê wan, qudûmê wan dişikest.
Lê îro...
Vê zîhnîyetê kurd li ber çavên dagirkeran kirine teres û tirsonek; dagirker hew hesabê wan dikin.
Yan wek berê hûn ê bibin xwe û tirs û xofê têxin dilê dagirkerên xwe, yan jî hûn ê xwe reş girê bidin û her amade bin ji bo hûn li xwe xin li ser kuştî û mirîyên xwe...