27 Haziran 2021 Pazar

beşîro û mele tajdîn

Beşîro rabû ser xwe, sola xwe kir nigê xwe û berê xwe da mala Mele Tajdîn.
Çawa digihêjê ber derî, li derî dixe.
Carek...
Du car...
Pêjna kesî nayê.
Beşîro li xwe dizîvire, yek bi yek li ber kîjan paceyê disekine, destê xwe dide ber çavên xwe, li hundir dinere.
Berê xwe dide hêla din a xênî; li ber paceyê disekine, destê xwe dide ber çavên xwe li hundir dinere.
Mele Tajdîn xirpişîye ser dilê jina xwe û lihêf radibe û dadikeve, radibe û dadikeve...
Reşên wan bi ber çavê Beşîro dikeve, lê tam tê nagihêje bê li hundir çi diqewime; tarî ye...
Beşîro destê xwe li cama paceyê dixe. 
Bi dengê camê re Mele Tajdîn vediciniqe, di ser stuyê xwe re dizîvire, li hêla paceyê dinere.
Lê dinere Beşîro serê xwe bi cama paceyê ve zeliqandîye û çavên xwe li hundirê odeyê digerîne.
Mele Tajdîn radibe ser xwe, derpîyê xwe li xwe dike, kirasê xwe bera ser bedena xwe dide, şaşika xwe dide serê xwe û ber bi derî ve dimeşe.
Çawa derî vedike, Beşîro li ber derî sekinîye.
Mele Tajdîn dibêje:
-Xêr e, Beşîr? Vê sibehê te ez di xewna xwe de dîtim?
Beşîro dibêje:
-Erê bi wê şaşika serê te. Te çawa pê derxist?
Beşîro xwe di ber derî re radike û derbasî hundir dibe.
Rûdinin; jina mele ji wan re çayê tîne.
Beşîro dibêje:
-Seyda, ji kerema xwe re, ji xweha min re bibêje, bila me tenê bihêle, ez ê tiştekî bi cenabê te bişêwirim.
Mele Tajdîn bi serê xwe ji jina xwe re dibêje me tenê bihêle. 
Jina Mele Tajdîn li xwe dizîvire û ji odeyê derdikeve.
Beşîro piçekî din ber bi Mele Tajdîn ve tê, dibêje:
-Seyda!
Mele Tajdîn dibêje:
-Ka bibêje, çi derdê te heye?
Beşîro dibêje:
-Seyda, her şev ez xewnên fahş dibînim.
Mele Tajdîn dibêje:
-Fahş! Xewnên fahş çawa?
Beşîro dibêje:
-Seyda, kî bê xewna min, çi jin çi mêr ferq nake, ez dixirpişim ser, dikutimê!
Mele Tajdîn serê xwe dihejîne, dibêje:
-Waa!
Beşîro dibêje:
-Erê weleh, Seyda.
Mele Tajdîn radibe, dihere ji refika kitêban kaxet û qelemekê tîne, bi erebî tiştinan li ser dinivîsîne, dipêçe, dike wek niviştekê û dide Beşîro.
Beşîro destê xwe dirêjî wê niviştê dike, dibêje:
-Ev çi ye, Seyda?
Mele Tajdîn dibêje:
-Nivişt e, têxe stuyê xwe û wexta tu raketî jî ji stuyê xwe dernexe.
Beşîro dibêje:
-Ez bi vê niviştê rakevim, ez ê xewn mewnên werê fahş hew bibînim, ne wer Seyda?
Mele Tajdîn dibêje:
-Na, min ji bo xwe û jina xwe ev nivişt çêkir, da ku ez û jina xwe neyên xewna te.
Beşîro dibêje:
-Hahew! Weleh destê vê sibehê hema berî tu azan bidî bi kêlîyekê tu û jina xwe mêvanên min bûn.