18 Ağustos 2026 Salı

ji civata me

Mele xemgîn e, keçika wî nexweş e û rewşa wî ya aborî jî têrê nake ku keçika xwe bibe tedawî bike.
Ji mecbûrî weeza xwe ya wê rojê ji bo keçoka xwe dike. Bi dengekî şermok ji cimhetê re daxwaza destek û piştgirîyê dike.
Axir…
Cimhet radibe li pey mele nimêja xwe dike, nimêj diqede û hêdî hêdî cimhet belav dibe, lê kes destê xwe navêje bêrîka xwe.
Mele radibe derdikeve derve, serê xwe bera ber xwe dide û him dimeşe him jî diponije. 
Piştî kêlîyekê dimeşe, li ser kolanê rastî ciwamêrekî tê ku ew ciwamêr ne ji cimheta wî ye, kesekî serxweş e. 
Serxweş lê dinere mele pir xemgîn e. Dibêje, “Seyda, xêr e, çima tu xemgîn î?”
Seyda çîroka keçika xwe û daxwaza alîkarîyê ya ji cimheta xwe ji serxweş re ta bi derzîyê ve dike.
Serxweş dibêje, “Ka bise, ez ê bêm…” û serxweş xwe li derîyê meyxaneyê digire û derbasî hêla hundir dibe. Bi dengekî bilind ku bigihîne her kesî dibêje, “Gelî ciwamêran, keçika seyda nexweş e û rewşa seyda ya ku wê bibe tedawî bike tune ye. Ji kerema xwe re her ji kê çi qedîya, alîkarîyê dixwazim.”
Hinekan 5 dan, hinekan 10 dan, hinekan 20…
Di nava çar pênc deqeyan de têra xwe pere kom bû. Serxweş rahişt wan pereyan û bir da mele. Ku mele çav li wan pereyan ket, ji kêfan hew dizanîbê wê bibêje çi. 
Serxweş dibêje, “Bes e?”
Mele dijmêre ku zêde ye jî. Dibêje, “Erê, bes e û zêde ye jî. Mala te û wan ava be.”
Ka çend roj an çend hefte desrbas dibe, rojekê dîsa serxweş û mele li hevdu rast tên. Piştî pirsîna hal û ehwalên hev serxweş bi rûyekî biken ji mele re dibêje, “Seyda, min biryar da ez ê tobe bikim bêm ser rêya rast.”
Mele dibêje, “Na heyran, na. Tobe mobe neke û dev ji rêya xwe bernede…”

Havîn e, her kes li ser xanîyan radikevin. Wek îro apartman, sîte mîte tune bûn wî zemanî.
Tarî dikeve erdê. Cimhayê dîn şîva xwe dixwe û bi selemê ve radipelike derdikeve ser xênî. 
Xanîyê wî û yê Sta bî jî bi hev ve ne. Stê berî wî derketîye ser xênî, xwe di nav nivînên xwe de vezelandîye.
Cimhayê dîn mîna gundorekî ji wan gundorên ser xanîyan xwe gindir dike û dihere xwe bi qûna Sta bî ve dizeliqîne.
Sta bî vediciniqe, çeng dibe ser xwe ku Cimhayê dîn xwe bi qûna wê ve girtîye.
Dibêje, “Pepû reben! Te xêr e, Cimha?”
Cimhayê dîn dibêje, “Weleh ez bi ber bayê xerbî ketim û gindirîm vir.”
Sta bî dibêje, “Weleh ev ne hawê bayê xerbî ye, wek ku tu bi ber bayê kîrê xwe ve ketîye, dîno!”

Gotina Dawî
Serxweşî ji ûjdannexweşîyê çêtir e…

14 Ağustos 2026 Cuma

birhanê şêxê û bariş û çozum surecî

Birhanê Şêxê jî bi çar çav û çar guhan li benda pêvajoya aştî û çareserîyê ye ku kurdên bê dewlet û tirkên xwedî dewlet jê re dibêjin, “Bariş ve Çozum Surecî”
Erê, wek gelek kesan…
Birhanê Şêxê jî ji ber kêmbûna şênîyên welêt ku êdî kes hew tê li bexçeyê wî rûdine gilî û gazinan dike.
Ez hêdî hêdî ber bi wî ve meşîyam. Çawa çav li min ket, destê xwe ber bi bexçeyê ku tenê du sê kes rûniştibûn ve bilind kir û got:
-Hêvî dikim rojekê berî rojekê ew proje ji alîyê reîsîcumhûrê me ve bê îmzekirin û derî û pace û şibakeyên hefs û zindanan vebin û kes di hundiran de nemîne.
Min jî got qey zar marên wî anku nas masên wî girtî ne loma weha ji kezeba şewitî dixwaze û dua dike.
Min got:
-Xêr e, Birhan? Wa ye çavê te jî li derîyan e. Wek ku tu li hêvîya hinekan î!
Serê xwe kil kir û keserek ji kûrahîya kezebê kişand, got:
-Xalê Devliken, kes di bajêr de nemaye. Heta êvarî em bera pinpinîkan didin. Bi zorê yomya me derdikeve. Bi xêra bariş û çozum surecî belkî ew hevalên girtî azad bibin û bên li bexçe rûnin, qedehek dudu çay vexwin û bi xêra wan em jî çend quriş pere qezenc bikin, yan na bi vê xezebê berdewam bike, li malê zarok ê ji birçîna kîrê hev bimêjin.
Piştî gotina xwe qedand neqedand, min jî serê xwe bilind kir, çavê xwe li bexçe gerand. Bira jî ji du sê kesan pê ve kes tune bû.
Min got:
-Erê bi Xwedê, li ser meselê, anuha Mûrad Qereyilan li ser maseyekê, Mistefa Qeresû li ser maseyekê û Dûran Qalqan jî li ser maseyekê rûnin û li dora her yekî 15-20 zilam bicivin, bi telaq tu yê heta êvarî di ca pereyan nî.
Serê simbêlên xwe di nav lêva xwe ya jêr de kurisand, got:
-Na bi telaq. Ez ê bêtir bixesirim. Ew elimîne jîyana komînal û belaş, kes ê destê xwe neavêje bêrîka xwe û tu kîrê lawê xwe nedin min.
Min got:
-Yanî tu dibêjî ez di bariş û çozum surecîyê nim?
Sekinî, awirek da min, got:
-Ez ne zarok im, haa! Ez ne ew zilam im ku doz û dahweya xwe bi du qedeh çayê bifiroşim, xalê Devliken.

13 Ağustos 2026 Perşembe

heqîyê şêbî

Piştî nîvro ye. Heqî di derî re ket hundir- ku tu wergerînî zimanekî din dikarin şaş jî fêhm bikin û bibêjin gelo li cem kurmancên kurd qey di pace û şibakeyan re jî dikevin hundir- lê jixwe her zimanek xwedan mentiqek e û heger meriv li ser kokê şax nedabe ango şên û mezin nebûbe, carinan meriv be xwe û hebûna xwe re jî dikeve şikê.
Axir…
Erê, li gorî mentiqa kurmancîya kurmancên kurd Heqî, Heqîyê Şêbî di derî re ket hundir. Hingî vexwaribû, hêleke devê wî xwar bûbû. Bi zorê li ser nigan diedilî, got:
-Xoce! roja ku min tu nas kirî min texmîn kir tu mêrekî ne xerab î û tu mêrekî bi sed mêrî yî.
Min got:
-Te çawa texmîn kir ez mêrekî ne xerab im?
Got:
-Tu dewrimcî yî, xoce.
Min got:
-Kuro Heqî, xeber meberan ji min re nede, haa! Ez bi tirkî nizanim. Îja dewrimcî çi ye?
Got:
-Xoce, dewrimcî dewrimcî, yanî şoreşger, loo!
Min got:
-Himm! Lê ez ne ew im jî, haa! Ez kurdperest im.
Sekinî. Bi destê min girt, ber bi xwe ve bir û bi hêla devê xwe yê xwar bişirî, nîvkenek ji nav lêvên wî pengizî.
Got:
-Xoce, tew ew hîn jî çêtir e.
Min got:
-Waa!
Got:
-Erê, bi gora ca min.
Min got:
-Ruhê ca te şad be, lê ma qey dewrimcî giş baş in?
Got:
-Xoce, ji sedî dudu xerab derdikevin, lê ew jî normal e. Divê gazin tune be. 
Min got:
-Çima?
Got:
-Rehmetîya ca min digot, “Goş û dar li hev nakin.” Te dî hin ji wan ji ber wê lêdan û êşkenceyê teslîm dibin, loma.
Û hêdîka daqûlî erdê bû, rahişt kîsikê xwe yê reş ê naylon ku qutîkek dudu votka di binî de û wek çawa di derî re ketibû hundir werê jî di derî re derket û çû.

8 Ağustos 2026 Cumartesi

bi zimanê min çend rexne li ser pirtûkeke ne bi zimanê min

Ez Devliken im, lê carinan dibim Kelogirî, rişma mejî dixim destê xwe û bi hêrs dibezînim, bêmentiqîyek li ku be, rişmê bi wir ve xwar dikim û dilezînim.
Erê, pirê caran ji ber zimantûjîya min rexneyan li min digirin û xwe ji min aciz dikin, lê tûjbûna zimanê min ji şêrînîya welatperwerîya min tê, wê nizanin.
Çend roj berê li ser medyaya sosyal li danasîna pirtûka Mustafa Aydogan a bi navê “Dîle Daîr” rast hatim û min xwe negirt, çep û rast ango çeporasto min çend gotinên qut û gilover li ser kirin, lê…
Mustafa Aydogan ne tenê nivîskar an zimannasek e, her weha rewşenbîr û entelektuelekî welatê min e; 
bêguman em ji eşîrekê ne jî û dostanîya me ji bav û kalan e.
Bi gotineke din: 
Em çêlkewên hêlînekê ne.
Dema ez çav li danasîna wê pirtûkê ketim, min guh neda mesele û naverok û mijara wê, zimanê pirtûkê ez eciz kirim û min xwe negirt, bi hêla xwe ya kelogirî min rexne lê girt:
“Çima ne bi kurdî, lê bi zimanê tirkî ango bi zimanê dagirkerên xwe?”
Bêguman wî bi xwe jî pîvaye, wezinandîye û hesabê tiştinan, kesinan kirîye û ev rê, rêbaz ango metod hilbijartîye/tercîh kirîye, 
lê wek ku min di serî de jî gotîye, Mustafa Aydogan ne tenê nivîskarek an zimannasek e,
her weha nasnameyeke wî ya rewşenbîrî jî heye û rewşenbîr jî li ser navê civaka xwe, li ser navê neteweya xwe xwedan berpirsîyar in. 
Loma jî, meriv hêvîya sekn û helwesteke hişk û xurt ji wan dike.
Ez dizanim çi derdê Mustafa Aydogan heye. 
Diêşe û dixwaze biêşîne jî, lê gelo rê, rêbaz rast e? 
Kesên ku berê topa xwe dide wan dê fêhm bikin?
Ne bawer im, ne bawer im, ji ber ku ez malê xwe nas dikim.
Mustafa Aydogan berê topa xwe daye kurdên ku ji koka xwe dûr ketine ku em ji wan re dibêjin kurdên bi eslê xwe kurd ango kurdên “kurdkokenlî”.
Lê gelo xema kurdkokenlîyan e? 
Yan jî peyv û gotinên me dê bandorê li wan bike û pozê wan bişewitîne?
Dîsa ne bawer im, lew ew kurdkokenlîyên ku poz û şewat êdî dûrî hev in dê tu carî terka wê konforê nekin. Dê tu carî berê xwe nedin Êşistanê û xwe neêşînin.
Piştî rexneya min Mustefa Aydogan telefonî min kir, em peyivîn; ew jî li welêt bû, ez jî…
Li Daktîlo Kafeyê em rûniştin û wek du erbanîyên çîyayî me enîya xwe da hev û di bin wê atmosfera kafeyê ku bêhna entelektuelîyeke xav jê difûrîya em ketin nêçîra peyvên kurmancîyê. 
Ji zû de ye me hevdu nedîtibû, loma jî wek ku me bêrîya hevdu jî kiribû!
Nizanim bi min wer hat, mîna du aşiqên ji zemanê Heyyam pengizîbin, hatibin vî zemanî, şewq û çûriskên ji ber bîbîkên çavên me difûrîyan li ezmanê kafeyê govend digerand.
Tew di destpêkê de pirtûk û naverok û mijarên pirtûkê û rexneya min li ser pirtûkê kiribû, nehat bîra me. 
Me li hal û ehwalên hev û welêt pirsî û dû re hêdî hêdî em hatin ser meseleya xwe ya esasî.
Ji çenteyê xwe pirtûka xwe derxist û bi bişirîn da destê min, got:
“Ev jî pirtûka te…”
Min jî bi bişirîn ji destê wî girt û wî berdewam kir, got:
“Ez dizanim tu tobedar î û pirtûkên nivîskarên kurd ên bi zimanê dagirkerî hatine nivîsandin naxwînî, lê tu yê ji bo min vê carê tobeya xwe xera bike, tu yê bixwînî û dîtin, nerîn û rexneyên xwe binivîsî.”
Û ji bo Mustafa Aydoganê ku qedrê wî li cem min heye ez rabûm min tobeya xwe xera kir û min ev pirtûka ku bi naveroka xwe hêja lê bi zimanê xwe ne hêja, xwend.
Pirtûk, ji hevpeyvîn ango civatekê pêk tê. Ciwamêrekî pirsîye, wî jî bersiva wan pirsan daye.
Mijar, ziman e û di çarçoveya zimên de li ser gelek meseleyên ku bi zimên ve girêdayî ne sekinîye.
Mustafa Aydogan, ji hêla entelektuelî ve jî û ji hêla rewşenbîrî ve jî me di gelek qonaxan re derbas dike û her weha gelek xalên girîng radixe pêş çavan, lê heger ew çav bixwazin bibînin û xwe li wan qonaxan biqewimînin, lê...
-Têkilîya zimên a bi hemû qad û qonaxên jîyanê re.
-Kodên asîmilasyonê.
-Li xwe xwedîderketin li ziman xwedîderketin e.
-Têkilîya zimên a li ser sekn û helwest û fikirîna nivîskaran.
-Cudatîya nivîskarên duzimanî yên xwedan dewlet û nivîskarên me yên duzimanî û yên tenê bi zimanê dagirkerên xwe dinivîsin yên bê dewlet.
-Werger û bandora wergerê ya li ser pêşketin û vîzyona zimanan û edebîyata wan zimanan.
-Bandora zimên a li kultur û folklor û kevneşopîyan.
-Bandora zimên a li ser neteweperwerîyê.
Û hwd…
Di rûpela 84an de li ser pozneşewitîyan mijareke xweş û balkêş heye ku min bi xwe jî gelek caran li ser nivîsîye.
Wek nivîskarên me yên xwelîser, gelek nivîskarên bîyanî jî hene ku piştî çûne li welatekî din bi cîh bûne dest bi nivîsandina zimanê wî welatî kirîye.
Theodor Kallifatidesê yewnan ku zimanê wî yewnanî ye lê piştî çûye li Swêdê bi cîh bûye, bi zimanê swêdî nivîsîye. 
Her weha Mîlan Kunderayê çekyayî piştî çûye li Fransayê bi cîh bûye, bi fransî nivîsîye. 
Amîn Maaloufê ereb, ew jî mîna Mîlan Kundera piştî çûye li Fransayê bi cîh bûye, wî jî bi fransî nivîsîye,
lê ferqî çi ye?
Theoder Kallifatides jî, Mîlan Kundera jî, Amîn Maalouf jî ne bê xwedî ne ne jî bê dewlet in, loma jî konfora wan çi xwestîye, wan jî ew kirîye; yanî teyrên welatên azad in û baskên xwe li hev xistine azad azad firîyane li bin ezmanê dewletan dane pêy kêf û zewq û konfora xwe.
Lê mixabin ew luksa me tune ye. Em bindest bin û li ser vê belengazî û hêsîrîyê em rabin bi zimanê serdestên xwe binivîsin.
Ji qebhetîyê wê de hetiketî ye, bêehlaqî ye, bêkesayetî û bêşexsîyetî ye.
Bi kin û kurdîya kurmancî, ku tu bindest bî, tu nikarî pişta xwe bidî wê bindestîyê û herî kirasekî azad ê pînekirî li xwe bikî.
Nabe!
Ku meriv bû nivîskar an hunermendekî welatekî bindest, êdî berpirsîyarîyek wê pênûsê, berpirsîyarîyek wan berheman jî heye, heger bext neketibe xizmeta text û xîretê ji bedenê, namûsê jî ji poz koç nekiribe.
Di vê mijarê de Mustafa Aydogan bi şêwazeke maqûlane rewşa nivîskarên me yên ku ji koka xwe dûr ketine, zelal dike.
Îja ka aqil!
Axir…
Mustafa Aydogan karekî baş lê bi zimanekî ne baş kirîye, mixabin. 
Erê, her ziman li ber dilê welatîyên wî zimanî pîroz e û divê meriv bêhurmetîya zimanan neke, 
lê ne zimanê dagirkerên min. Heger ew ziman zimanê dagirkerên min be û ji ber wî zimanî zimanê min şikestibe, êşîyabe, ez ê bi çavê marekî lê binerim û li xwe heram bikim heta zimanê min helal nebe.
Axir… heger ez di şûna Mustafa Aydogan de bûma, ev berhema ku min û zimanê min û dagirkerîya li ser axa min eleqedar dike, min ê bi zimanê xwe binivîsîya, 
dû re jî her kê bixwesta dikarîbû wergeranda tirkî, farisî yan jî erebî, lê çû û tiştê çû jî divê meriv nede dû.

Gotina Dawî
Kurdên bi eslê xwe kurd ku em ji wan re dibêjin “kurdkokenlî” tu carî terka konfora xwe nakin û dê nekin jî, 
heger sal duwazdeh meh bi şev û roj em di ber wan de reş û şîn bibin jî, mû bi zimanê me ve bê jî, mîna tahjîyê tu bi zorê bişînî seydê, fêde nake, 
loma jî, hêvî dikim tehba Mustefa Aydogan ê jî nebe tehba xelef û nere ber telef…