11 Haziran 2021 Cuma

senfonîya ehmeqîyê

Yaw tirk çi ehmeq in!
Bêguman kurdên bi zîhnîyeta wan tev digerin jî ehmeq in, heta ji wan ehmeqtir in.
Axir, mijara me ne kurd in.
Ez di otobusê de me; otobus ji Kadikoyê ber bi Ataşehîrê ve dihere.
Ez li qoltixa herî dawî rûniştime, yekî temenê wî nêzîkî heftê jî li qoltixa herî pêşîyê rûniştîye;
destê xwe ber bi şofêr ve dirêj bike, wî bi rehetî bikaribe ji dêvla şofêr bi dîreksîyonê bigire û otobusê biajo.
Ji xêndî min û xalo panzdeh bîst kesên din jî hene; hinek li ser nigan, hinek rûniştî ne.
Ji nişka ve dengê azana dîkekî hat. 
Li pey azana dîk hewtehewta kûçikekî bilind bû û azana dîk û hewtehewta kûçik û dengê straneke poprock li nav hev ketin.
Tew min dît telefon li ber guhê xalo ye û dipeyive...
Xwe bi xwe min got, "Ka aqil!" û di ber xwe de min çend xeberên orjînal ji wî û qewmê wî re da!

Li ser a xwe bin, lê ne serhişk û gumre bin!
Gumre, asta herî bilind a serhişkîyê ye.
Meriv dikare bi serhişkan re heta derekê îdare bike, lê gumrebûn malxerabî ye.
Çi jin çi mêr, heger hûn li gumreyan rast hatin, li paş xwe nenerin û birevin.

Ka em bikenin an em bigirîn!
Heger li dewletekê mafyozek ji sîyasetvan û rojnamevan û hunermendên wê dewletê şarezatir, entelektueltir be, hûn ê çi hêvîyê ji wê dewletê bikin?
Lê kurdên me yên bi zîhnîyeta tirkan tev digerin, ji tirkan bihêvîtir in ku bi rêya demokrasîyê vê dewletê bikin dewleta keran, biborin, dewleta gelan...
Xwedê kesî şaş neke, ku şaş kir, fahş neke û ku fahş jî kir, berê wî bi kaş ve neke!
Amen!
Lê çênabin!..

Li ser medyaya sosyal Apoîst û Barzanîîst ketine ber hev; nivîsên hev dixwînin, lê dengê wan nare hev;
Hinek li Tirkîyeyê ne, hinek li Ewrûpayê ne, hinek li Asyayê ne, hinek li jî Amerîkayê ne, lê agir bi axa Kurdistanê ketîye; kurdî li ser kurdan digirî!
Her kes ketîye pey text, lê text jî li xwedan bextekî digere.
Û bext ketîye bin nigên text...

Gotina Dawî
Her kî ji zimanê min re dewletekê ava bike, çel salî ez ê bi kurdî xulamtîyê jê re bikim!