15 Temmuz 2026 Çarşamba

vê sibehê şerê min û pênûsê

Carinan pênûs li ber çavê meriv dibe mîna marekî û meriv jê direve; 
carinan jî meriv dide ser pişta wî marî, lê dike nake meriv xwe nagihînê…
Vê sibehê,
ez ji ber narevim, ew ji ber min direve, lew ji zû de ye li xwe danînim bifitilim li hêla wê binerim.
Ma ziman jî ne werê ye?
Piştî demekê ku meriv hew pê dipeyive, berê xwe ji meriv diguhere û ji meriv dixeyide, dihere.
Û dû re,
em dest bi gilî û gazinan dikin,
 “Çima em hew dikarin bi zimanê xwe ya dil û mejîyê xwe bînin zimên?”
Axir…
ez dizanim gelek ji we hîn ji wê xewa xwe ya şêrîn şîyar nebûne, loma jî ez serî li we nekim tara bêjingê.
Li welatê heftûheyştan dawîya heftûheyştan nayê;
bav li ewlad heyirîye, bira li bira heyirîye, cîran li cîran heyirîye, bajar li bajarîyan heyirîye û hin kes jî li xwe heyirîye.
Dema Friedrich Nietzsche, bi gotineke din Xalê Nîçe got, “Xwedê mir!” qesta wî ne ew bû ku bêhurmetîya Xwedê yan jî bêhurmetîya kesekî din bike; 
na, ciwamêr xwest balê bikişîne ser bêehlaqî û bêedaletîya zemanê xwe ku êdî qeyde û zagonên bi destê berdevkên Xwedayan anku bi destê pêxemberên wan bi xwe xwe kiribûn wekîlê Xwedê hatibûn nivîsandin, hew bi kêrî civakan dihatin,
loma Friedrich Nietzsche anku Xalê Nîçe got, “Xwedê mir!”
yanî êdî gotin û qeyde û zagonên Xwedayê ku êdî kes nizane bê çend hezar sal kirîye hew dikare di bin barê kêşe û pirsgirêk û meseleyên we de rabe. 
Bi kin û kurdîya kurmancî,
Xwest bibêje herin ji xwe re li gorî dem û zemanê xwe Xwedayekî din çêkin ku ew Xweda ji we re ji nû ve ehlaqekî ava bike û li ser heq û edaletê ew ehlaq geş û xurt bibe, lê her weha bi haweyekî sublîmînal ev jî got, “Rasterast hûn bi xwe pê re bipeyivin, nehêlin kes bikeve navbera we û wî ango pişta xwe nedin pêxemberan…”

Gotina Dawî
Ka îja zeman xerab e yan em nizanim, lê mixabin bi lez û bez pêdivî bi Xwedayekî nû heye ku em bikarin vî ehlaqê bi ber têkçûyînê ve çûye tam têk bibin û ji nû ve ehlaqekî pak û paqij ava bikin
yan na,
di nav vê ehlaqîyê de em ê bibin bêehlaqên ehlaqparêz ku ehlaq ê jî ji ber me fedî bike.

Gotina Herî Dawî
Êdî ji berê bêtir em xwezîya xwe bi berê tînin, lê berê çû ji berê re, îja ka çawa di nav vê konfor û rehetîyê de em ê vê bêhuzûrîyê çareser bikin?
Wer xuyaye Xalê Nîçe jî bi ber bayê zemên ket û çû.
Ji qewla rehmetîyê bavê min:
“Rehma Xwedê li zanebûnê be!”
Ka îja hayê Cemîlê Hecî Hisênê Îsa ji Friedrich Nietzsche hebû tune bû, nizanim.
Axir…