23 Nisan 2026 Perşembe

xapandin

Gelo însan tên xapandin an xwe bi xwe ew bi xwe xwe dixapînin?
Pirs pir eşkere û zelal e, lê em bi xwe çi qasî durist û eşkere û zelal in?
Wek ku carinan bi kêrî meriv jî tê dema meriv xwe dixapîne!
Nizanim lê ev jî ji tirsê dizê;
ji tirsê dizê lew em newêrin li xwe mikur bên!
Axir…
Humanîstbûna me derew e.
Demokratbûna me derew e.
Ehlaqparêzîya me derew e.
Heqperestîya me derew e.
Dîndarîya me derew e.
Şoreşgerîya me derew e.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
em bi xwe zir derewek in.

Gotina Dawî
Her kes bi haweyekî dixape, dixapîne li ser têla zemên…

22 Nisan 2026 Çarşamba

rojeva memî ne memik

Digotin, “Reklama baş xerab tune ye, reklam reklam e.”
Bêguman…
Meseleya Mem Ararat jî ev e.
Belkî van rojan deng û qarawara wî li ser dik makan nayê, lê bi lotikên nîvpolitîk zingînîyê ji serê civaka polîtezîbûyî tîne.
Erê, bi kirasekî kurdî, 
lê wer xuyaye kiras zêde ne saxlem e, ku meriv tayekî jê bikişîne ew ê pêncî pîne jê bikeve.
Axir!
Lê Mem Ararat jî jîr û zîrek e, serserkî xwe avêt rojevê.
Li Qezê/Qoserê dema em zarok bûn me serserkî xwe diavêt gola şertê û gola reqo.
Erêê…
Agir bi mala xursîyan keve! Çemê Zirganê jî miçiqandin.

Gotina Dawî
Her kes li pey a xwe ye.

21 Nisan 2026 Salı

hebû tune bû

Wek ku zêde serî li Mem Ararat mezin dikin. Nizanim lê bi min ferqa Mem Ararat ji Rewşan Çelîkerê, ferqa Rewşan Çelîkerê ji Tara Memadavayê, ferqa Tara Memadovayê jî ji Rojînê tune ye.
Kirasê kurdî li xwe dikin û kurdên ku bi salan e birçîyê zimanê xwe ne, bi deng û stranên xwe hîpnotîze dikin.
Wek hunermendên kurdan li pîyasê gêre dikin lê ne bi sekn û helwesta xwe, ne jî bi karekter û vîzyona xwe pênaseya hunermendîyê heq nakin.
Qey piçekî ji Alîşan û Berdan Mardînî û Mahsûn Kirmizigul û Hulya Avşarê politîktir in, ew jî ji mecbûrî ye jixwe.
Axir…
Malxerabîya kurdan ew e ku rewşenbîr û nivîskar û hunermendên wan hemû pragmatîst û oportunîst in.

Gotina Dawî
Divê hunermend û rewşenbîr û nivîskarên neteweyên bindest wek neteweya xwe ne bindest û belengaz bin.

20 Nisan 2026 Pazartesi

bîra qederê û mehmed ûzûn

Her sal,
salê carekê ji nav pirtûkan ez vê pirtûkê derdixim û bi germayî û dilsozîyeke henûn wê dixwînim, 
lê ne ji ber feraset û hunera Mehmed Ûzûn ez vê pirtûkê dixwînim; 
na…
ji hezkirin û hurmeta min a li Celadet Elî Bedirxan ez dixwînim û dibim şirîkê wan hestên wî yên dilsoz û kurdîperest.
Her weha,
her sal bi xwendina vê pirtûkê,
çawa dema hecîyek dihere li hecê dibe hecî û xwe pîrozwerbûyî hîs dike, ez jî di wê “bîr”ê de xwe dişom û pîrozwer dibim.
Di jîyana xwe de zû bi zû ez serî li kesan mezin nakim anku zû bi zû qedrê kesan nagirim;
bi kin û kurdîya kurmancî,
zû bi zû bi gotinên qelew û nasnavên qure ez wan pênase nakim, pir kêm in kesên wanî,
lê…
Ji bo min Celadet Elî Bedirxan yek ji wan kesan e ku bi dilekî pak dikarim jê re bibêjim, 
“Mamoste” anku “Mam-Hoste”
Kêm zêde ev 75-80 sal in ji nav me koç kirîye, lê hîn jî di eyara wî de kurdek derneketîye ku meriv jê re bibêje him kurd û kurdî ye, him modern û medenî ye, him jî entelektuel û rewşenbîr û pirrengî ye.
Lê zeman bi me re xerab ket; 
em çep gerîyan, 
çerxa feleqê çep gerîya 
û di labîrenta jîyanê de nigên me çeporasto li hev gerîyan, 
mixabin.

Gotina Dawî
Bêguman, 
ez dikarim weha jî bibêjim, bi min, zimanê Mehmed Ûzûn di vê “bîrê” de piçekî fetisokî jî bûye, 
lê…
“bîr”ê nehiştîye bifetise!..

3 Nisan 2026 Cuma

qîrîna mirîyekî bêwelat

kundekî çû xwe li ser kevirê ber serê wî danî,
go,
-ez di ber fantezîyên psîkopatekî de mirim, yadê.

ro bilind bû, tavê da ser axê
û ji nişka ve pêl bi pêl qîrînek bilind bû ji bin wê,
go,
-ez diqefilim, yadê.

dêya wî kezeb û gurçikên xwe avêtin bin tifikê,
ji bo şîva êvarê,
lê rêvîyên wî di devê marekî de, çav li kulmek ronayî digerîyan, bi metirsî,
go,
-her der tarî ye, yadê.

ruh di qefesa sîngê de maye hefsî
kurm diçêrin li ser goştê bedena wî,
go,
-ne ez ji xwedê xuyame ne jî xwedê ji min, yadê.

hewl da serê xwe ji kefen bifilitîne, lê fêhm kir ku kefen jî nebûye qismetê wî,
go,
-ka kefenê min, yadê?


2 Nisan 2026 Perşembe

edebîyat û gurçikên polayî

Edebîyat,
qada şehwetê ye.
Nivîs, 
kirasekî transparan e.
Nivîsandin,
gurçikên ji polayê anku dînîtîyeke wêrek e.
Loma jî,
ji qûna her kesî nayê bibe nivîskar; 
ji ber ku,
yê nivîskar, gurçikên wî ji polayê ne û dînekî wêrek e, bê tirs wî kirasî li xwe dike;
yê wî kirasî li xwe nake û quretîyan dike, tenê xulamê qelemê ye;
lew
qelem wî di nav hubra xwe de dixesîne, nahêle zurîyet bi dû keve.
Axir…
heger rişma qelemê ne di destê te de be
anku
ku tu ne efendî, qelem ne xulam be, di nav fantezîyên qelemê de tenê tu fîguran î. 

Gotina Dawî
Heger mejî avis be, guh medê bê kê nîyhayîyê…

1 Nisan 2026 Çarşamba

bext text e

Li dijî cihûyan tifaqa misilman û xirîstîyanan…
Ji ber vê jî, 
cihû baş dizanin ku pêwîst e her û her xurt bin.
Loma jî,
hemû refleksên wan li ser xweparastinê ye.
Divê kurd jî,
mina cihûyan her û her xurt bin û hemû refleksên wan ji bo parastinê bin,
yan na, 
wê nikaribin bi van psîkopatan re şer bikin.
Û li seranserê Tirkîyeyê serxweşîyek heye;
tîma tirkan a neteweyî ya futbolê beşdarî organîzasyona şampîyontîya dinyayê bû;
bêguman hin xwelîserên me yên entegrasyonîst jî bi vê şewba serxweşîyê ket.

Gotina Dawî
Heger bi qasî dagirkerên xwe tu ne zalim bî tu nikarî bibî humanîst jî…