21 Haziran 2021 Pazartesi

amed û çend meselok ji civata me

Ji ber ku,
hebûna wan li ser nebûna me ava bûye, her şikestineke wan cebirînek e ji bo me.
Û tirk hêdî hêdî dişikên...
Ekonomî têk çûye!
Sîyaset xetimîye!
Huner ji hunerê ketîye!
Civak bûye pez!
Wek Îtalyayê,
wek Galerê, 
îşev Siwîsreyê jî quş li wan qetand û berê wan da dojeha keran.

Li Amedê mêrê du jinan gazin dikir li ber sîya dîwarekî.
Ji yekê re nîsk dibir, ji yekê re goşt, xwedê giravî...
Û jina nîsk jê re diçû, nedihişt têkeve nav nivînên wê.
Digot, te goşt bir ji kê re, here goşt bixwaze ji wê.
Dema meriv bi haweyekî sosyopsîkolojîk difikire, jin ne neheq e...

Nevîyê xalê min li sikakê bi hevtemenekî xwe re şer kiriye.
Nevîyê wî bi çavên hêsir xwe li malê qewimandîye.
Lawikê din bi temenê xwe bi qasî wî ye, lê du caran ji wî girstir e.
Xalê min gotîye, "Kê li te xist?"
Nevîyê wî bi haweyekî kelogirî gotîye, "Lawê wêya qereçî!.."
Xalê min gotîye, "Ez ê di ca wî nim!"
Qîza wî ya mezin destê xwe daye ber devê xwe, gotîye, "Wa wa! Wa wa! Ma dibe meriv di qereçîyan ne, yabo!"
Xalê min gotîye, "Erê, meriv dine qereçîyan jî, meriv dine ca qereçîyan jî!"
Berê digotin heger meriv di qereçîyan ne, bi çel qalib sabûn meriv xwe bişo jî, meriv helal û paqij nabe.
Xêr û guneh di stuyê misilmanan de be!
Weleh kî çi dibêje bila bibêje, qîzên qereçîyan heyat in, heyat!

Li taxa Baxlara Amedê zilamekî heftê û pênc salî li erdê bûye term û ketîye nav nivînan.
Zarokên wî lê vedihewin û li ber digerin, dibêjin, "Yabo! Ez heyran, ez qurban! Ka were em te bibin doktor; doktor te emelîyat bike, tu yê baş bibî."
Zilamê me dibêje, "Na weleh ez neçûm û min xwe emelîyat nekir."
Zarok dibêjin, "Çima? Ma tu ji çi ditirsî?"
Zilamê me dibêje, "Heger ez xwe emelîyat bikim, ez ê ji mêranî bikevim!"