26 Haziran 2021 Cumartesi

got

Got, 
"Dar pîr dibe, lê dil pîr nabe!.."
Û di ser stuyê xwe re fitilî, li jor li wêneyê egîdê xwe nerî.
Bi qasî bêhnekê çav li wêne, deng jê nehat. Dû re zîvirî, li ber xwe nerî.
Got,
"Qeda bi dinyayê keve! Vikîvala ye."

Got,
"Em bi hev re çêbûn, bi hev re bûn zarok, bi hev re mezin bûn û me bi hev re lîst. Piştî em bûn qîz û xort jî em zewicîn, lê çi bikim, felek xayîn e. Tu çûyî û te ez hiştim bêyî xwe. Ne dikarim nameyekê ji te re bişînim, ne jî dikarim telefonekê bikim û dengê te bibihîzim!"

Got,
"Min xwezî bi wê şevê anî, wê şeva ku li ser sîng û berên te bê hemdê xwe di xew re çûm û serê sibehê bi ramûsanên te şîyar bûm!"

Got,
"Min digot qey ez çi qas dûr bim, jibîrkirin ê ew qasî nêzîk be; lê ma min ji ku dizanîbû ez bi ku de herim, ez ê te jî bi xwe re bibim!"

Got,
"Jîyan xweş e, heger meriv ne bextreş be!"