10 Haziran 2021 Perşembe

bext ji text wê de ye

Me kurdan sê tiştên ku me dike em, ji xwe xistine:
Bext!
Ûjdan!
Duristî!
Yên min nas dikin, baş dizanin, têkilîyeke min a mirîdane bi îdeolojîyan re tune ye.
Ne Barzanîîst im, ne Apoîst im, ne jî Telabanîîst im.
Qibleya min kurdî, qiblegeha min Kurdistan e.
Û her kî ji bo kurdî û Kurdistanê tenê bi qasî misqalekê jî ji dil hewl bide, bixebite û du keviran deyne ser hev, hêja ye û ji bo min têra xwe bi qîmet e.
Lê divê meriv bextê xwe neavêje, ûjdanê xwe xera neke û berê bi xwe re durist be, dû re bi helwest û tevgerên xwe, durist bimeşe.
Kesê bext û ûjdan pê re tune be û ne durist be, têkeve nav kîjan tevger û dozê, wê tevger û dozê jî tûşî erdê dike.
Dîn ji hêlekê ve, îdeolojîyan ji hêlekê ve û dagirkerên me ji hêlekê ve tecawizî kesayeta me kir!
Em ji kesayetê xistin!
Heta li ser esasê bext û ûjdan û duristîyê em ji nû ve kesayetê neafirînin, em ê nikaribin ji vê bindestîya rezîl rizgar bibin.
Guhertina kesayetê jî ewçend ne hêsan e; bi zîhnîyetê ve girêdayî ye û ji bo guhertina zîhnîyetê jî ji alî kesên xwedan bext û ûjdan û xwedan vîzyon perwerdeyîyeke xurt divê.
Divê zîhnîyet biguhere,
dû re li wê zîhnîyetê em bext û ûjdan û duristîyê bar bikin.
Û herî dawî jî, li ser esasê bext û ûjdan û duristîyê, em kesayetê ava bikin.
Heger kesayet têk çûbe, doz û dahweya we yê bi ser nekeve û wê bibe toz.
Û jixwe dijmin jî ji tozê hez dikin ku hûn di nav wê tozê de çavê hev derxin!
Hûn derdixin jî!..
Siheta we xweş be!
Di serî de, wexta nuh ez dagerîyam nav mijarê, min qala bext û ûjdan û duristîyê kir.
Gazin li nezan û nexwendeyan nabe, lê zana û xwende divê hay ji zimanê xwe jî, hay ji qelema xwe jî bikin.
Erê, her hinek dilxwazê alîyekî ne.
Hin dilxwazên PKKê ne,
hin dilxwazên PDKê ne,
hin jî ku der ji wan re xweş be, dilxwazên wir in.
Lê...
Divê meriv terka bext û ûjdanê xwe neke, heger hîn jî bi wê tecawizê kesayet avis nebûbe.
Hevalekî nivîskar li ser twîterê twîteke weha nivîsandîye û belav kiriye:
"Niha kurdekî hewlêrî ji min re got: "Gelo çima kesekî ji malbata Barzanî ji dêvla pêşmergeyekî şehîd nakeve?"
Ez bilîyam!"
Bila kes di şûna kesî de şehîd nekeve û her kî yê jî şehîd bikeve, bila belasebeb xwîna wî bi erdê de nere.
Ji zû de ye li ser medyaya sosyal hewl didim bi kesî re nekevim nav nîqaşên sîyasî, ji ber ku vala ye û tenê meriv xwe aciz dike; 
piştî wan nîqaşan, jixwe ew kes ji fikra xwe venagere, bi ser de jî meriv aciz dibe û meriv bi acizîya xwe dimîne.
Axir, min xwe negirt û min jî ev bersiv dayê:
"Bi qasî hûn zimandirêjîya malbata Barzanî dikin, hûn zimandirêjîya malbata Ocalan jî dikin?
Ez bi xwe zimandirêjîya her duyan jî dikim û ji wan re dibêjim hûn qesasên Kurdistanê ne!"

Gotina Dawî
Ne populîzm û populerbûn, bext û ûjdan û duristî ye ya meriv bextewar dike.
Ne bi nav û deng, bi bext û ûjdan û duristîya xwe, serbilind bin!