6 Haziran 2021 Pazar

serîyên tevlihev

Got,
"Kuro, van bêbavan misilmantî jî li ber çavê me reş kir. Weleh meriv êdî fedî dike ji xwe re bibêje ez misilman im. Van daîş û daşik maşikan li ser navê misilmantîyê serê xelkê firand, xwîna xelkê vexwar. Teyo û hevalbendên xwe jî bi vê dizîyê xelk şêland, êdî hew nan bi destê xelkê dikeve. Law ma weleh misilmantîya em dizanin û ji me re hat gotin, ne ev bû wey! Ka ew edaleta Hz Emer? Ka ew aştîxwazî, sebir û bêhnfirehîya Hz Elî?"
Got,
"Bi wî serê bavê te yê delalî, misilmantîya Emer û Elî çi bû, misilmantîya Teyo û Daîşê jî ew e."
Got,
"Weyla Teyo jî, ew daşik maşik jî hemû bi qurbana axa ser gora Hz Emer û Hz. Elî bin, kuro! Çawa zimanê te digere tu ji Hz Emer û Hz. Elî re wer dibêjî? Dînê me dînê aştî û xweşbînî û edaletê ye. Di zemanê pêxemberê me de, di şer de nanê xwe bi dijminên xwe re par ve kirine. Edaleta Hz. Emer bi nav û deng e. Û Hz. Elî jî heta mecbûr nemaye, neçûye kes nekuştîye. Negotine ev reş e, ev spî ye; ev ereb e, ev ne ereb e, hemû kes himbêz kirine."
Got,
"Xwedê ji te razî, li gorî gotina te Elî ne şêrê Xwedê, mîha Xwedê ye."
Got,
"Erê, mîh bû, lê wexta mecbûr dima, dibû şêr..."
Got,
"Erê, jixwe ew şûrê xwe yê bi nav û deng jî tenê ji bo berzika xwe kur bike bi kar dianî. Û edaleta Emer jî here ji kurdan bipirse, bê di zemanê wî de çi qas kurd hatin kuştin û bi zora şûr bûn misilman!"
Got,
"Pepûk! Wer nebêje, devê te yê xwar bibe!"
Got,
"Bi wî serê bavê te yê ev cara duduyan e ku ez pê sûnd dixwim, Elî sibehe şûrê xwe diavêt ser milê xwe û derdiket nêçîra kafiran; wexta dibû êvar û vedigerîya malê, hingî serî difirandin, ji hal de diket; di ser şîvê de serê wî bi ser stuyê wî de xwar dibû û di xew re diçû, berî mirîşk rakevin bi çel û pênc deqeyan. Elî jîtema pêxember bi xwe bû."
Rabû ser xwe, çû şujda xwe raxist û dest bi nimêjê kir, lê wê êvarê ne bi destmêj bû, ne jî berê wê li qubleyê bû...

Anuha rabin bajar bi bajar bigerin û dest bi lêpirsînekê bikin.
Ji jinên tirk bipirsin.
Çi xwende çi nezan, çi hunermend çi edebîyatvan, çi lîstikvan çi rojnamevan ji wan bipirsin, 
"Heger Sedat Peker ji te re bibêje, ka, tu yê bibêjî na?" 
Bi şeref ew ê ji sedî heyştê nebêjin "Na!"

Şerê kurd û kurdan!
Na.
Şerê kurd û kurman!
Ev jî na.
Şerê kurm û kurman!..
Li Bakur slogan û îdeolojî,
li Başûr dîn û îman û berjewendî...
Hoo kurdino!
We rêya qibleya xwe şaş kiriye, ma haya we ji we heye, loo!
Berî her tiştî em kurd in, kurd!

Gotina Dawî
Got,
"Ho Xalo! Kengî em ê bibin xwe?"
Got,
"Roja me dev ji parsê berda, berxê Xalo, roja me dev ji parsê berda..."