Ez Devliken im, lê carinan dibim Kelogirî, rişma mejî dixim destê xwe û bi hêrs dibezînim, bêmentiqîyek li ku be, rişmê bi wir ve xwar dikim û dilezînim.
Erê, pirê caran ji ber zimantûjîya min rexneyan li min digirin û xwe ji min aciz dikin, lê tûjbûna zimanê min ji şêrînîya welatperwerîya min tê, wê nizanin.
Çend roj berê li ser medyaya sosyal li danasîna pirtûka Mustafa Aydogan a bi navê “Dîle Daîr” rast hatim û min xwe negirt, çep û rast ango çeporasto min çend gotinên qut û gilover li ser kirin, lê…
Mustafa Aydogan ne tenê nivîskar an zimannasek e, her weha rewşenbîr û entelektuelekî welatê min e;
bêguman em ji eşîrekê ne jî û dostanîya me ji bav û kalan e.
Bi gotineke din:
Em çêlkewên hêlînekê ne.
Dema ez çav li danasîna wê pirtûkê ketim, min guh neda mesele û naverok û mijara wê, zimanê pirtûkê ez eciz kirim û min xwe negirt, bi hêla xwe ya kelogirî min rexne lê girt:
“Çima ne bi kurdî, lê bi zimanê tirkî ango bi zimanê dagirkerên xwe?”
Bêguman wî bi xwe jî pîvaye, wezinandîye û hesabê tiştinan, kesinan kirîye û ev rê, rêbaz ango metod hilbijartîye/tercîh kirîye,
lê wek ku min di serî de jî gotîye, Mustafa Aydogan ne tenê nivîskarek an zimannasek e,
her weha nasnameyeke wî ya rewşenbîrî jî heye û rewşenbîr jî li ser navê civaka xwe, li ser navê neteweya xwe xwedan berpirsîyar in.
Loma jî, meriv hêvîya sekn û helwesteke hişk û xurt ji wan dike.
Ez dizanim çi derdê Mustafa Aydogan heye.
Diêşe û dixwaze biêşîne jî, lê gelo rê, rêbaz rast e?
Kesên ku berê topa xwe dide wan dê fêhm bikin?
Ne bawer im, ne bawer im, ji ber ku ez malê xwe nas dikim.
Mustafa Aydogan berê topa xwe daye kurdên ku ji koka xwe dûr ketine ku em ji wan re dibêjin kurdên bi eslê xwe kurd ango kurdên “kurdkokenlî”.
Lê gelo xema kurdkokenlîyan e?
Yan jî peyv û gotinên me dê bandorê li wan bike û pozê wan bişewitîne?
Dîsa ne bawer im, lew ew kurdkokenlîyên ku poz û şewat êdî dûrî hev in dê tu carî terka wê konforê nekin. Dê tu carî berê xwe nedin Êşistanê û xwe neêşînin.
Piştî rexneya min Mustefa Aydogan telefonî min kir, em peyivîn; ew jî li welêt bû, ez jî…
Li Daktîlo Kafeyê em rûniştin û wek du erbanîyên çîyayî me enîya xwe da hev û di bin wê atmosfera kafeyê ku bêhna entelektuelîyeke xav jê difûrîya em ketin nêçîra peyvên kurmancîyê.
Ji zû de ye me hevdu nedîtibû, loma jî wek ku me bêrîya hevdu jî kiribû!
Nizanim bi min wer hat, mîna du aşiqên ji zemanê Heyyam pengizîbin, hatibin vî zemanî, şewq û çûriskên ji ber bîbîkên çavên me difûrîyan li ezmanê kafeyê govend digerand.
Tew di destpêkê de pirtûk û naverok û mijarên pirtûkê û rexneya min li ser pirtûkê kiribû, nehat bîra me.
Me li hal û ehwalên hev û welêt pirsî û dû re hêdî hêdî em hatin ser meseleya xwe ya esasî.
Ji çenteyê xwe pirtûka xwe derxist û bi bişirîn da destê min, got:
“Ev jî pirtûka te…”
Min jî bi bişirîn ji destê wî girt û wî berdewam kir, got:
“Ez dizanim tu tobedar î û pirtûkên nivîskarên kurd ên bi zimanê dagirkerî hatine nivîsandin naxwînî, lê tu yê ji bo min vê carê tobeya xwe xera bike, tu yê bixwînî û dîtin, nerîn û rexneyên xwe binivîsî.”
Û ji bo Mustafa Aydoganê ku qedrê wî li cem min heye ez rabûm min tobeya xwe xera kir û min ev pirtûka ku bi naveroka xwe hêja lê bi zimanê xwe ne hêja, xwend.
Pirtûk, ji hevpeyvîn ango civatekê pêk tê. Ciwamêrekî pirsîye, wî jî bersiva wan pirsan daye.
Mijar, ziman e û di çarçoveya zimên de li ser gelek meseleyên ku bi zimên ve girêdayî ne sekinîye.
Mustafa Aydogan, ji hêla entelektuelî ve jî û ji hêla rewşenbîrî ve jî me di gelek qonaxan re derbas dike û her weha gelek xalên girîng radixe pêş çavan, lê heger ew çav bixwazin bibînin û xwe li wan qonaxan biqewimînin, lê...
-Têkilîya zimên a bi hemû qad û qonaxên jîyanê re.
-Kodên asîmilasyonê.
-Li xwe xwedîderketin li ziman xwedîderketin e.
-Têkilîya zimên a li ser sekn û helwest û fikirîna nivîskaran.
-Cudatîya nivîskarên duzimanî yên xwedan dewlet û nivîskarên me yên duzimanî û yên tenê bi zimanê dagirkerên xwe dinivîsin yên bê dewlet.
-Werger û bandora wergerê ya li ser pêşketin û vîzyona zimanan û edebîyata wan zimanan.
-Bandora zimên a li kultur û folklor û kevneşopîyan.
-Bandora zimên a li ser neteweperwerîyê.
Û hwd…
Di rûpela 84an de li ser pozneşewitîyan mijareke xweş û balkêş heye ku min bi xwe jî gelek caran li ser nivîsîye.
Wek nivîskarên me yên xwelîser, gelek nivîskarên bîyanî jî hene ku piştî çûne li welatekî din bi cîh bûne dest bi nivîsandina zimanê wî welatî kirîye.
Theodor Kallifatidesê yewnan ku zimanê wî yewnanî ye lê piştî çûye li Swêdê bi cîh bûye, bi zimanê swêdî nivîsîye.
Her weha Mîlan Kunderayê çekyayî piştî çûye li Fransayê bi cîh bûye, bi fransî nivîsîye.
Amîn Maaloufê ereb, ew jî mîna Mîlan Kundera piştî çûye li Fransayê bi cîh bûye, wî jî bi fransî nivîsîye,
lê ferqî çi ye?
Theoder Kallifatides jî, Mîlan Kundera jî, Amîn Maalouf jî ne bê xwedî ne ne jî bê dewlet in, loma jî konfora wan çi xwestîye, wan jî ew kirîye; yanî teyrên welatên azad in û baskên xwe li hev xistine azad azad firîyane li bin ezmanê dewletan dane pêy kêf û zewq û konfora xwe.
Lê mixabin ew luksa me tune ye. Em bindest bin û li ser vê belengazî û hêsîrîyê em rabin bi zimanê serdestên xwe binivîsin.
Ji qebhetîyê wê de hetiketî ye, bêehlaqî ye, bêkesayetî û bêşexsîyetî ye.
Bi kin û kurdîya kurmancî, ku tu bindest bî, tu nikarî pişta xwe bidî wê bindestîyê û herî kirasekî azad ê pînekirî li xwe bikî.
Nabe!
Ku meriv bû nivîskar an hunermendekî welatekî bindest, êdî berpirsîyarîyek wê pênûsê, berpirsîyarîyek wan berheman jî heye, heger bext neketibe xizmeta text û xîretê ji bedenê, namûsê jî ji poz koç nekiribe.
Di vê mijarê de Mustafa Aydogan bi şêwazeke maqûlane rewşa nivîskarên me yên ku ji koka xwe dûr ketine, zelal dike.
Îja ka aqil!
Axir…
Mustafa Aydogan karekî baş lê bi zimanekî ne baş kirîye, mixabin.
Erê, her ziman li ber dilê welatîyên wî zimanî pîroz e û divê meriv bêhurmetîya zimanan neke,
lê ne zimanê dagirkerên min. Heger ew ziman zimanê dagirkerên min be û ji ber wî zimanî zimanê min şikestibe, êşîyabe, ez ê bi çavê marekî lê binerim û li xwe heram bikim heta zimanê min helal nebe.
Axir… heger ez di şûna Mustafa Aydogan de bûma, ev berhema ku min û zimanê min û dagirkerîya li ser axa min eleqedar dike, min ê bi zimanê xwe binivîsîya,
dû re jî her kê bixwesta dikarîbû wergeranda tirkî, farisî yan jî erebî, lê çû û tiştê çû jî divê meriv nede dû.
Gotina Dawî
Kurdên bi eslê xwe kurd ku em ji wan re dibêjin “kurdkokenlî” tu carî terka konfora xwe nakin û dê nekin jî,
heger sal duwazdeh meh bi şev û roj em di ber wan de reş û şîn bibin jî, mû bi zimanê me ve bê jî, mîna tahjîyê tu bi zorê bişînî seydê, fêde nake,
loma jî, hêvî dikim tehba Mustefa Aydogan ê jî nebe tehba xelef û nere ber telef…