9 Haziran 2021 Çarşamba

xal û xwarzê tucaret û birazê

Hûn Îko nas nakin; 
na, hûn nas dikin.
Çend carekê li ser vê blogê min qala wî kiribû.
Ne pir dîn e, ne jî pir biaqil; ne xuya ye, ne wenda; di navbera hebûn û nebûnê de li xwe digere.
Carinan dibêje tam min xwe zevt kir, lê dîsa ji nav lepên xwe difilite, dihere.
Bi navê xwe yê fermî: 
Îkram Baban
Lê ew ji xwe re dibêje Îko, ez jî jê re dibêjim Îko.
Û hûn bi ya min dikin, hûn jî jê re bibêjin Îko.
Erê, Îko!
Du sê hefte berê ji bo ez bixwînim, binirxînim dosyayek ji min re şand.
Wî bi xwe û li ser xwe nivîsandibû;
ne çîrok bû, ne roman; çîrroman bû; 
yan jî bi gotineke edebîtir novel bû.
Wek hûn dizanin Seyda Hesenê Metê jî bi vê terzê dinivîsîne.
Ya dawî, ez ewil bibêjim, ji bo şaş neyê fêhmkirin; 
lê jixwe Îko dizane kî çawa fêhm bike jî, ne xema kîrê min e.
Dosya ne pir dirêj bû; nêzîkî şêst heftê rûpelî bû.
Min di du bêhnan de xwend û dû re min dosya xist bin bahlîfa ber serê xwe û bi qasî nîvseetekê li ser raketim.
Piştî nîv seetê wek kurdekî ji xew şîyar bûm.
Bi kin û kurmancî,
Dosyayeke xwerû kurdî, xweser, sade, ji dil û têra xwe samîmî bû.
Lê,
ji ber ku kurd ji dilsozî û samîmîyetê dûr in, ji tiştên xav hez dikin an jî xav xavê dikişîne.
Îko ev dosya ji weşanxaneya Darayê re şandîye.
Edîtor medîtorên Darayê dosya xwendiye û piştî du hefteyan ji Îko re ev peyam şandine:

"Merhaba
berê her tiştî ji ber derengmayînê biborin. hevalê ku me jê re dosyeyê şandibû nû li me vegerîya. biborin lê li gor rapora hevalê me em ê nikaribin çap bikin. li gor raporê di honandina romanê de qelsî heye û teswîr gelek kêm e. her wiha kelecan kêm e. divê hinek jî li ser bê şixulandin

demba"

Jixwe profesyoneltîya wan ji rastnenivîsa wan dîyar e.
Ka werin em ewil bi xêra gora mirîyên xwe peyama wan serast bikin, bila Îko jî li wan vegerîne. 
Dema bixwazin ji hin kesên wek Îko re peyam meyaman bişînin, bila ev peyam wek nimûne li ber destê wan be û çi cara hewce kir, bila vê peyama serastkirî copî-past bikin û ji wan re bişînin.
Qet nebe nahetikin.
"berê her tiştî ji bo derengmayînê biborin"
Ji dêvla bigota, "berî-berîya" gotîye, "berê"
Berê çi?
Zemanê berê?
Xuya ye tenê ne ji Îko, ji malbata Îko jî lêborîn xwestîye.
Ne "biborin" "bibore"
Û bi hevoksazîyeke şikestî hevok saz bûye.
Divê weha bûya:
"Berî her tiştî, ji ber ku em dereng li te vegerîyan, bibore."

Ka em peyama wan gişî serast bikin:

"Silav.
Berî her tiştî ji ber ku em dereng li te vegerîyan, bibore.
Hevalê ku me dosya jê re şandibû, nû li me vegerîya.
Bibore, lê li gorî rapora hevalê me, em ê nikaribin çap bikin.
Em ê nikaribin, ji ber ku honandina romanê qels e, teswîr jî pir kêm e. Û herweha têra xwe kelecan tê de tune ye. 
Bi hûrgulî xebatek jê re divê.
Dem baş-Bimîne di xweşîyê de."

Ka em analîza xwe berdewam bikin.
Heval li Qersê rûdine, loma jî heta bi rêya PTTê dosya gîhaştîye ber destê heval, heta heval ew dosyaya Tolstoyî xwendîye û dîsa bi rêya PTTê li weşanxaneyê vegerandîye, pir wext derbas bûye.
Wax wax wax!
"her wiha kelecan kêm e. divê li ser bê şixulandin"
Mîratê! 
Ma em ê li ber masturbasyonê bikin!
Îja kelecan kêm e!
Demba-ş.
Li ser ecelê "ş" ji bîr kirine.
Hûn pir bi profesyonelî dixebitin...
Axir,
Weşanxaneya ku hîn nikaribe bi rastnivîseke rast peyamekê binivîsîne, divê meriv ji wê weşanxaneyê tu hêvîyekê neke.
Weşanxaneya ku qîmet neda zimên, bizanibin ew weşanxane tenê tucaretxane ye û xwedî jî tucar e.
Ez sûnd dixwim ev weşanxaneya ku ji dosyaya Îko re gotîye na, ji ber kompleks û xwenezanîna xwe ji Îko re gotîye na; 
lewra ne di warê kurdî de, ne di warê mentiqa kurdî de, ne jî di warê hevoksazîya kurdî de ew ên li wir çîp avêtîye ser çîp nikarin avê li destê Îko bikin.
Entelîjansîyaya kurdan, ji kesên ji xwe çêtir û xwedan vîzyontir aciz in.

Gotina Dawî
Berê kesayet, dû re kurdîtî; heger kesayet pûç û vala be, kurdîtî bi haweyekî kurmîtî li ser bilind dibe.