22 Haziran 2021 Salı

hiznî û mehmed elî

Hiznî cixarekêşekî temam e.
Mehmed Elî jî pisporê tûtinê ye; di newala Xursê de ji wî çêtir kes nikare tûtina baş çêke.
Yanî heger tirsa wî ji dewleta çeqel tune bûya, ji dêvla "Ne mûtlû turkum dîyene" ew ê biçûya "Rebê tûtinê Mehmed Elîyê Xursî" li ser wî çîyayê Xursê binivîsanda.
Hiznî li Amedê, li taxa Baglarê rûdine û hemû baglarî wî bi kişandina tûtina qenc nas dikin.
Tûtin li Hiznî kêm dikeve û radibe telefonî Mehmed Elî dike:
-Elo, Mehmed Elî, merheba ji te re. Tu çawa yî? Zarok rehet in?
-Merheba, li ser çavan xalo Hiznî. Ez baş im, zarok xulamên te bin. Tu çawa yî? Emrekî te?
-Ez têm çavên te û zarokan. Xwedê kêmanîya te nede. Min ê çi bigota!
-Emir bike!
-Emir emrê Xwedê ye; rica dikim.
-Kerem bike, xalo Hiznî!
-Tûtin li min kêm ket. Heger tûtin li cem te hebe, te deh lîtir tûtin ji min re bişanda...
-Wey li ser her du çavên min.
-Çavên te neêşin. Bila ya herî baş be. Pere hêç ne mesele ye.
-Ma tu eyb nakî, bila dîyarîya min be; dev ji pere mereyan berde.
-Na na, bila zarok sax bin; elhemdulallah pere heye.
Piştî hefteyekê Mehmed Elî tûtina xwe diavêje paş tirimbêla xwe û berê xwe dide Amedê.
Hiznî wî li ber devê derî pêşwazî dike. Bi destê hev digirin û derbasî hundir dibin.
Piştî li hal û ehwalê hev dipirsin, çay tê, qahwe tê...
Hiznî dibêje, "Ka îja tu yê bi çi bihesibînî?"
Mehmed Elî dibêje, "Bi qemyonek quran xalo Hiznî, ji xelkê re bi sêsedî ye, ji bo xatirê te bila dused be."
Hiznî dibêje, "Na loo! Dused pir e, sed û pêncî bes e."
Mehmed Elî dibêje, "Xalo Hiznî, bi Xwedê xelas nake..."
Hiznî dibêje, "Na na, xelas dike. Sed û pêncî besî te ye û ji serê te zêde ye."
Yek ji Hiznî, yek ji Mehmed Elî, xwe aciz dikin. Hecî Hîdayet jî li cem wan rûniştîye, li wan guhdarî dike. Lê dinere ew ê dilê hev bihêlin, dibêje, "Heyran ne ya te û ne ya te, sed û heftê û pênc û qedîya."
Axir, li hev dikin û Mehemed Elî bi rûyekî tirş, bê dilê xwe ji malê radibe, xatir ji civatê dixwaze û kejika stuyê xwe dixwirîne, dihere.