5 Mayıs 2026 Salı

kalê hamid û pîra gozê

Serê sibê ye…
Esker digirin ser gund, diajon ser mala kalê Hamid û êrîşî hundirê xênî dikin.
-Rabe! Rabe! Rabe!
Kalê Hamid ji nişka ve vediciniqe û lihêfê ji ser serê xwe dide alî ku eskerekî qûncilikî lûla tivingê xistîye zikê wî.
Kalê Hamid mîna kîvroşkê ku tu ronîya lampê bide ser, her du çav mîna du tasan jihevçûyî sar disekine.
Kalê Hamid ji nav nivînan radibe, esker her du destên wî ji paş ve kelepçe dikin û berê wî didin derve. Berî kalê Hamid hilkişe dawîya cemsê di ser stuyê xwe re dizîvire li pîra Gozê dinere.
Pîra Gozê jî li devê derî her du destên xwe kirine newqa xwe û wek ku ne mêrê wê qesasê bavê wê di nav destê esker de ye qup sekinîye û bi haweyekê bêxem li çûna mêrê xwe dinere.
Kalê Hamid dibêje:
-Erê Gozê, erê. Ne sûcê te ye. Bila her şev min di te nîyha, min tîna hundirê te bişkenanda, qey te yê jî li pey min çend niqut hêsir biniqutanda û li xwe xista, kirasê xwe biçiranda. Îja tu jî heq î, mêrkê min bênamûs bûye, teres bûye, hew dikare serî rake, mixabin.

4 Mayıs 2026 Pazartesi

şofêr û jinên wî yên pêgirtî

Felît şofêr e, şofêrê tirê ye.
Ji Stenbêlê bar bar dike dibe li Kurdistanê datîne. 
Her weha mêrê du jinan e, Felît.
Ji deh rojan carekê rêya wî bi malê dikeve, wekî din her li ser rêyan e, rebeno. 
Çi cara rêya wî bi malê dikeve du rojan li malê dimîne; 
şevekê dikeve himbêza jina xwe ya biçûk, şevekê jî dikeve himbêza jina xwe ya mezin û difîkîne; 
him enerjîyê li xwe bar dike, him enerjîyê li wan bar dike û dîsa lê dixe, geh berî li Stenbolê ye geh berî li Kurdistanê…
Rojekê ji rojan dîsa li malê ye, lê ka ji ber çi ye nizanim, jin ji wî dilgiran in, nehnehîyan dikin.
Li rebeno jî rabûye, li dîwêr bixe wê dîwêr qul bike.
Ji jina biçûk re şinekîya dike, li dora wê dihere û tê, jina biçûk xwe nade ber, difitile ser jina mezin, ji jina mezin re şinekîyan dike, li dora wê dihere û tê, ew jî guh nadê, jê direve. 
Felît hêrs û aciz dibe, radibe ser xwe, çakêtê xwe li xwe dike û di derî re derdikeve, dihere li tirê siwar tê. 
Berî dîreksîyon bi hêla Stenbêlê ve bişikîne û pê li xazê bike, hêdîka paca xwe dadixe jêr, serê xwe di pacê re derdixe û li hêla jinên xwe dinere, dibêje: 
-Ê de va ye ez ê herim Stenbolê. Li ser rê heya ez bigihêjim Stenbolê ez ê di deh jinan nim, lê ka îja kî yê di we ne, hi ii?
Û pê li xazê dike, dîreksîyon diqurifîne û dihere.

23 Nisan 2026 Perşembe

xapandin

Gelo însan tên xapandin an xwe bi xwe ew bi xwe xwe dixapînin?
Pirs pir eşkere û zelal e, lê em bi xwe çi qasî durist û eşkere û zelal in?
Wek ku carinan bi kêrî meriv jî tê dema meriv xwe dixapîne!
Nizanim lê ev jî ji tirsê dizê;
ji tirsê dizê lew em newêrin li xwe mikur bên!
Axir…
Humanîstbûna me derew e.
Demokratbûna me derew e.
Ehlaqparêzîya me derew e.
Heqperestîya me derew e.
Dîndarîya me derew e.
Şoreşgerîya me derew e.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
em bi xwe zir derewek in.

Gotina Dawî
Her kes bi haweyekî dixape, dixapîne li ser têla zemên…

22 Nisan 2026 Çarşamba

rojeva memî ne memik

Digotin, “Reklama baş xerab tune ye, reklam reklam e.”
Bêguman…
Meseleya Mem Ararat jî ev e.
Belkî van rojan deng û qarawara wî li ser dik makan nayê, lê bi lotikên nîvpolitîk zingînîyê ji serê civaka polîtezîbûyî tîne.
Erê, bi kirasekî kurdî, 
lê wer xuyaye kiras zêde ne saxlem e, ku meriv tayekî jê bikişîne ew ê pêncî pîne jê bikeve.
Axir!
Lê Mem Ararat jî jîr û zîrek e, serserkî xwe avêt rojevê.
Li Qezê/Qoserê dema em zarok bûn me serserkî xwe diavêt gola şertê û gola reqo.
Erêê…
Agir bi mala xursîyan keve! Çemê Zirganê jî miçiqandin.

Gotina Dawî
Her kes li pey a xwe ye.

21 Nisan 2026 Salı

hebû tune bû

Wek ku zêde serî li Mem Ararat mezin dikin. Nizanim lê bi min ferqa Mem Ararat ji Rewşan Çelîkerê, ferqa Rewşan Çelîkerê ji Tara Memadavayê, ferqa Tara Memadovayê jî ji Rojînê tune ye.
Kirasê kurdî li xwe dikin û kurdên ku bi salan e birçîyê zimanê xwe ne, bi deng û stranên xwe hîpnotîze dikin.
Wek hunermendên kurdan li pîyasê gêre dikin lê ne bi sekn û helwesta xwe, ne jî bi karekter û vîzyona xwe pênaseya hunermendîyê heq nakin.
Qey piçekî ji Alîşan û Berdan Mardînî û Mahsûn Kirmizigul û Hulya Avşarê politîktir in, ew jî ji mecbûrî ye jixwe.
Axir…
Malxerabîya kurdan ew e ku rewşenbîr û nivîskar û hunermendên wan hemû pragmatîst û oportunîst in.

Gotina Dawî
Divê hunermend û rewşenbîr û nivîskarên neteweyên bindest wek neteweya xwe ne bindest û belengaz bin.

20 Nisan 2026 Pazartesi

bîra qederê û mehmed ûzûn

Her sal,
salê carekê ji nav pirtûkan ez vê pirtûkê derdixim û bi germayî û dilsozîyeke henûn wê dixwînim, 
lê ne ji ber feraset û hunera Mehmed Ûzûn ez vê pirtûkê dixwînim; 
na…
ji hezkirin û hurmeta min a li Celadet Elî Bedirxan ez dixwînim û dibim şirîkê wan hestên wî yên dilsoz û kurdîperest.
Her weha,
her sal bi xwendina vê pirtûkê,
çawa dema hecîyek dihere li hecê dibe hecî û xwe pîrozwerbûyî hîs dike, ez jî di wê “bîr”ê de xwe dişom û pîrozwer dibim.
Di jîyana xwe de zû bi zû ez serî li kesan mezin nakim anku zû bi zû qedrê kesan nagirim;
bi kin û kurdîya kurmancî,
zû bi zû bi gotinên qelew û nasnavên qure ez wan pênase nakim, pir kêm in kesên wanî,
lê…
Ji bo min Celadet Elî Bedirxan yek ji wan kesan e ku bi dilekî pak dikarim jê re bibêjim, 
“Mamoste” anku “Mam-Hoste”
Kêm zêde ev 75-80 sal in ji nav me koç kirîye, lê hîn jî di eyara wî de kurdek derneketîye ku meriv jê re bibêje him kurd û kurdî ye, him modern û medenî ye, him jî entelektuel û rewşenbîr û pirrengî ye.
Lê zeman bi me re xerab ket; 
em çep gerîyan, 
çerxa feleqê çep gerîya 
û di labîrenta jîyanê de nigên me çeporasto li hev gerîyan, 
mixabin.

Gotina Dawî
Bêguman, 
ez dikarim weha jî bibêjim, bi min, zimanê Mehmed Ûzûn di vê “bîrê” de piçekî fetisokî jî bûye, 
lê…
“bîr”ê nehiştîye bifetise!..

3 Nisan 2026 Cuma

qîrîna mirîyekî bêwelat

kundekî çû xwe li ser kevirê ber serê wî danî,
go,
-ez di ber fantezîyên psîkopatekî de mirim, yadê.

ro bilind bû, tavê da ser axê
û ji nişka ve pêl bi pêl qîrînek bilind bû ji bin wê,
go,
-ez diqefilim, yadê.

dêya wî kezeb û gurçikên xwe avêtin bin tifikê,
ji bo şîva êvarê,
lê rêvîyên wî di devê marekî de, çav li kulmek ronayî digerîyan, bi metirsî,
go,
-her der tarî ye, yadê.

ruh di qefesa sîngê de maye hefsî
kurm diçêrin li ser goştê bedena wî,
go,
-ne ez ji xwedê xuyame ne jî xwedê ji min, yadê.

hewl da serê xwe ji kefen bifilitîne, lê fêhm kir ku kefen jî nebûye qismetê wî,
go,
-ka kefenê min, yadê?


2 Nisan 2026 Perşembe

edebîyat û gurçikên polayî

Edebîyat,
qada şehwetê ye.
Nivîs, 
kirasekî transparan e.
Nivîsandin,
gurçikên ji polayê anku dînîtîyeke wêrek e.
Loma jî,
ji qûna her kesî nayê bibe nivîskar; 
ji ber ku,
yê nivîskar, gurçikên wî ji polayê ne û dînekî wêrek e, bê tirs wî kirasî li xwe dike;
yê wî kirasî li xwe nake û quretîyan dike, tenê xulamê qelemê ye;
lew
qelem wî di nav hubra xwe de dixesîne, nahêle zurîyet bi dû keve.
Axir…
heger rişma qelemê ne di destê te de be
anku
ku tu ne efendî, qelem ne xulam be, di nav fantezîyên qelemê de tenê tu fîguran î. 

Gotina Dawî
Heger mejî avis be, guh medê bê kê nîyhayîyê…

1 Nisan 2026 Çarşamba

bext text e

Li dijî cihûyan tifaqa misilman û xirîstîyanan…
Ji ber vê jî, 
cihû baş dizanin ku pêwîst e her û her xurt bin.
Loma jî,
hemû refleksên wan li ser xweparastinê ye.
Divê kurd jî,
mina cihûyan her û her xurt bin û hemû refleksên wan ji bo parastinê bin,
yan na, 
wê nikaribin bi van psîkopatan re şer bikin.
Û li seranserê Tirkîyeyê serxweşîyek heye;
tîma tirkan a neteweyî ya futbolê beşdarî organîzasyona şampîyontîya dinyayê bû;
bêguman hin xwelîserên me yên entegrasyonîst jî bi vê şewba serxweşîyê ket.

Gotina Dawî
Heger bi qasî dagirkerên xwe tu ne zalim bî tu nikarî bibî humanîst jî…

29 Mart 2026 Pazar

cîhê berê

Ez ê bibêjim, rehma Xwedê li gora Darwîn be, her ku dihere însan ber bi heywên ve diherin anku li koka xwe vedigerin, lê heyran heywan ne ew qasî bêehlaq in.
Pêşketinên zanistî û modern, ji hêlekê ve konforê li însên fireh dike, ji hêlekê ve jî însên ji însantîyê dûr dixe, mixabin; 
ne hest û hîs wek berê ne, ne jî karekter û tîp…
Berê…
di serdemên dijwar de, carinan pêxember û dîn, carinan jî îdeolog û îdeolojî di hewara însên de dihatin, 
lê di vê serdemê de ne pêxember û îdeolog pere dikin, ne jî îdeolojî û dîn pere dikin, bi carekê çilvirîye.
Zemanê berê dema em zarok bûn, ku em ji hev aciz dibûn û pev diketin, me ji hev re digot, “Ez ê te bişînim cîhê berê, haa!”
Yanî me ji hev re nedigot, “Ez ê te li quzê ca te vegerînim” bi haweyekî kubar me digot, “Ez te bişînim cîhê berê.”
De îja cîhê berê jî hew bi destê me dikeve, mixabin!..

Gotina Dawî
Mixabin “cîhê berê” jî êdî ne cîhê berê ye.

27 Mart 2026 Cuma

xal û xwarzê û şerê israîl û îranê

-Haa xalo!
-Çi ye dîsa! Çi qewimî?
-Bi Xwedê wer xuyaye şerê Israîl û Îranê yê zû bi zû bi dawî nebe.
-Kuro, hey kundir! Ma israîlî wek te jî ne baqil in!
-Çima? Ma min got çi, xalo?
-Kuro, ma dibe meriv mar birîn bike û birîndar berde? Ma tu nizanî bê marê birîndar çi qasî xetere û kîndar e! Ma heya heyfa xwe hilneyne disekine? Israîlî jî dizanin ku Îranê nîvkuştî anku birîndar bihêle, sibê ew Îran ê ji îro bêtir bibe agir û têkeve malên wan, loma jî heya serî neeciqîne ew ê nesekinin. De Xweda û Şeytan bi hev re li pişta wan bin!
-Amîn! Bi Xwedê xebera te ye, xalo. Wê havînê marek ketibû tuwaleta me ya derve. Xwarzîya te kir gilî û gazî û ez rabûm çûm, min xwe li hewşê qewimand, min rahişt bêrekê û ajot ser mar. De de de… min bêr dawişand nav pişta wî, min ew birîndar kir, bi haweyekî birîndar xwe li qula dîwêr qewimand û ji nav lepên min filitî, bêxwedîyo.
-Maşalê dû re nehatibe bi qûn mûna te ve nedabe!
-Na, ne bi min, lê piştî wê bi du sê rojan çû bi kûçikê cîranê me ve da. Ya rast ji hêlekê ve jî kêfa min hat.
-Çima gidî! Sûcê kûçikê reben çi bû?
-Tûlo, wextê cewr bû li ber destê min mezin bû. Havînekê ez ne li gund bûm, du sê mehan li çolê mam. Ku vegerîyam malê bêxwedîyê hew xwe li min girt, cîranê me bi goşt moştê qesaban xweş lê nerîbû, ji bo konfora xwe hew xwe li min kir xwedî, tûlo; xwe bi çend hestîyan firot.
-Weleh bextê kûçikan ne xerab e lê yê te bêbext derketîye, mixabin.
-Erê, rast e, lê jixwe ew ne kûçikê hur bû, qirme bû, qirme. Dêlika maka wî ji ber gur miran, rêvî mêvîyan gon xwaribû.
-Himm!
-Axir… jan bi serê wî bikeve. Min ê bigota çi? Haa… erê. Di nûçeyan de got ev şer ê zû bi zû nesekine û her ku here wê li herêmê gişî belav bibe. Got belkî bandorê li pêyasê jî bike. Erê weleh vê sibehê ez daketim bajêr min xwe li a-101ê qewimand, min têra du sê mehan ji bo serşok û tuwaletê kaxet maxet, peçete meçete kirîn. Min got belî nabe!
-Kuro, hey xwelîser! Ma ku nan tune be tu bixwî, tu yê çawa birî û ku tu nerî tu yê wan kaxet maxetan, wan peçete meçetan têxî qûna xwe, hi ii? Îja ka aqil!
-De tişt nabe. Qey wê lazim bibe…
-Erê erê, ew ê lazim bibe. Here wan kaxet û peçeteyan li ber derê hewşê li hev kom bike, bike londer û agir berdê, bila bişewite bibe xwelî.
-Çima xwelî, xalo?
-Ji bo tu li serê xwe bikî, berxê xalo.

26 Mart 2026 Perşembe

pasaja dîrokê

Hin xwelîserên ku vitevita qûna wan e êdî mane heyirî û dibêjin:
-Ma nizanim hewce ye hûn bibin qûl û xulam û koleyên amerîkîyan?
Ez jî dibêjim:
-Erê, hewce ye; ji ber ku kûçiktîya ji amerîkî û israîlîyan re sed qatî çêtir e ji kûçiktîya ji tirk û ereb û eceman re; qet nebe hêstîyên me yê paqijtir û bigoşttir bin.
Ev sed sal in em ji tirk û ereb û eceman re kûçiktîyê dikin. 
Me şêkir nedît!
Me xêr û fêde nedît!
Çi ket kîsê me?
Hîç!
Êêê!..
Tiştê çû nedin dû û jixwe em ê jî lê venegerin; dîrok xwe nuh dike.
Loma jî di vê rûpela nuh de em ê dev ji xwelîserîyên xwe yên berê anku yên çûn berdin û li ser vê rûpelê ji bo xwe jî pasajekê binivîsin.
Û hûn…
Êdî dev ji tehlîl û analîzan berdin, jixwe ku Xwedê (Amerîka) biryar dabe, her tişt ê wek Xweda bibe,
lê…
hûn çi dikin?
Hûn ê çi bikin?
Di wê pasajê de hûn ê çi hunera xwe pêşkêş bikin, mesele ev e.
De îja bela bibin û her kes bi kar û huner û sinhetê xwe ve dakeve.

Gotina Dawî
Ji îro pê ve tu tişt ê wek xwe nemîne, lê hin xwelîser ê her xwelîser bin û xwelî li ku be ew ê serê xwe nêzîkî wê xwelîyê bikin.

25 Mart 2026 Çarşamba

beqê xesandî

Bi saya serê amerîkî û israîlîyan kurd ê ewil li xwe vegerin, dû re li dîn û bawerîyên xwe vegerin.
Cejna remezanê ya îsal- hin bakurîyên mirîd ên mejîsist ne tê de- di bin sîya cejna Newrozê de ma;
di nav kurdan de coşa Newrozê ji coşa remezanê bêtir bû;
bêguman ji pirbûna alayên rengîn paçikên kesk û sor û zer jî zêde xuya nebûn.
Axir…
di rewşeke weha sosret de ku hindik mabû kurdî di nav kurdan de biqelihe, Kurdistan mîna rojê hêdî hêdî ji rojhilat hiltê.
Lê xwezî roj li hinan hilnehata!
Hin xwelîserên beradayî hîn jî bi bayê entegrasyonê bi vir de û wê de dipengizin.
Ne tenê kesayetên sîyasî, hunermendên bêbextîyê li hunerê dikin jî xwe ji ber vî bayî nadin alî.
Endamekî Koma Amed ku nizanim ka bê navê wî çi quzilqurt e, straneke bi tirkî xwendîye û ji wê stranê re klîbek çêkirîye.
Ku kesayet fahîşe be, beden dikeve bin her kesî, mixabin.
Wê rojê hevalekê gilî û gazin dikir. 
Digot, “Êdî tirkînivîs wek berê xwe kêm hîs nakin. Û her weha dema tên cem kurdînivîsan wek berê serê wan ne di ber wan de ye, bi kirinên xwe şanaz û serbilind in. Berê hewl didan bi kurdînivîsan re hevaltîyê bikin û hêla xwe ya kêm bi hevaltîya wan pîne bikin, lê êdî ne xema wan e, fîkefîka wan e.”
Mixabin, rast gotîye; ev jî encama entegrasyonê bi xwe ye, 
lê bila zêde pişta xwe nedin wê entegrasyonê, zeman ê bê ew xwelîser ê di bin wî dîwarê eyretî yê entegrasyonê de bimînin. Û kes ê jî wan ji bin wî dîwarî dernexe.
Haa!
Erê, em dajon ser kurdên tirkînivîs, lê bala min lê ye Jan Dost jî zêde entegreyî erebî dibe. 
Ne ji fûarên wan dimîne, ne jî ji festîvalên wan. Û jixwe hema ku kêsê dibîne pirtûkên wî berî bigihêjin ber destê kurdan diqulipin erebî.
Erê, konfor heqê her kesî ye, lê carinan divê meriv nebe hêsîrê konforê û ji doz û dahwe û prensîbên xwe dûr nekeve.
Ku ûjdanê meriv rehet be, bahlîfa bin serê meriv cuherê kerê be jî, dihêle meriv di nav konforê de rakeve, xewn û xeyalan bibîne û bi wan xewn û xeyalan hêvîyên xwe xurt û şên bihêle.
Min go axir…

Gotina Dawî
Qûna tazî ji tembûrê aciz î…

helbesteke qebhetpêdehatî

Wextê te got ez hew ji peyvên te fêhm dikim,
brûska zimanê te hat bi ser kemçika dilê min ve da.
Heya destê sibê serê min bû bahlîf bahlîf bû serê min 
û serê min gindirî binya nigên min.
Wê sibê mele başewala ji himbêza jina xwe revîya çû bi cenabet azan da.
Wextê te got ez hew ji peyvên te fêhm dikim, 
pîra ku navrana delingê xwe didirût, bêhemdê xwe çermê berzika xwe bi navranê ve dirût;
xwîna kêçekê jê çû, 
pîrê li keçikanîya xwe vegerîya.
Wê rojê ro sar ma, bi qasî sê seetan hîç xwe tev neda.,
wê li pîrê nerî pîrê li wê…
Wextê te got ez hew ji peyvên te fêhm dikim,
xwirekê ez girtim, 
her ku min hewl da xwe bixwirînim xwir ji tilîyên min revîya.
Di nav tayên porê min ên firkbûyî de kelmêşan bi veşartokê lîst.
Dengê nalenaleke fahîşe xwe li guhên min girt.
Ez bi taya şehwetê ketim wê şevê heya destê sibê şilfîtazî gerîyam kolan bi kolan, lê bi ser ve nebûm;
ne li jineke bî rast hatim ne jî li bûkeke xêrnedîtî rast hatim.
Wextê te got ez hew ji peyvên te fêhm dikim,
Req bûn kîso kîso bûn req û rez jî bû para hevalê beq.
Gerîkan dev ji xebatê berda, di wan şevên bêdeng de çirçirkan hew stira.
Wê şevê, ji çîrûzkên agirê qûna gulstêrkan stêrk xwiricîn, qebhet bi heyvê de hat. 
Wextê te got ez hew ji peyvên te fêhm dikim,
peyv bûn meyt û ez jî bûm darbest li ser destên xwelîserên bêbext.
Ne wext ma ne bext ma ne jî text.
Wextê te got ez hew ji peyvên te fêhm dikim,
wê şevê li gel ku dinya çikîsayî bû jî di bin ronayîya stêrk û heyvê de berf û baran bi hev re barîyan hûr hûr kulî bi kulî.
Erd veqelişî ji nişka ve, 
mirîyên tîbûyî tîna xwe şikenandin wê kêlîyê.
Ruhên bicenabet derketin tobê li ber nalenala bixweşanîna sêwîyan.
Wextê te got ez hew ji peyvên te fêhm dikim,
kuxukekê ez girtim û hew ez berdam, 
di nav belxema min de kurm li zimanê xwe gerîyan.
Ziman gon xwar, sîh û herfek ji ber çûn, ax kerr bû, ezman lal ma.
Wextê te got ez hew ji peyvên te fêhm dikim,
ji firnikên Xwedê Şeytan pengizî, 
stuyê min li pê toqa wî çû, li ser dilê min nahlet şîn hat;
rişma emrê min çû li çîpên pinpinîkekê gerîya; ew çû ku ez jî li pê wê bezîyam 
û li ser rengînîya baskên wê ez kwîr bûm.
Erê… 
Wextê te got ez hew ji peyvên te fêhm dikim,
peyv celî bûn ji ser zimanê min, 
bi çolê ketin.
Û ji nişka ve çol veguherî mêrgeke rengîn mîna bihuşteke derewîn.

18 Mart 2026 Çarşamba

emînê erbanî

Nahlet li feleka xayîn bê!
Nahlet li kodika tembûrê bê!
Mixabin, şahê dawetan Emînê me yê Erbanî yê ku govend li ber stranên wî bi cizbê diketin jî şehîd ket û çû!..
Zemên ew jî dabelihand!
Dîsa mixabin,
tembûr sêwî, elektro êtim ma. Û têlên tembûrê jî êdî bêtilî ew ê bi xwe xweş bînin.
Wî jî wek her bêdewletî berî welatê xwe azad û serbixwe bibîne, çû.
Erê, tiştê çû hewce ye meriv nede dû, lê çû…
Xwedê heqê wî ji Mûradê Emrûdî û Bismillî Zeko û Ednanê Şêbî re nehêle. 
Bi nifirên wan çû, rehmetî; 
êdî meydan ji wan re ma.
Heyf!
Bi çûna rehmetî re êdî Aynûr ê jî hew li ber strana “Ax Aynûr zalim Aynûr” bireqisin. 
Tew belkî piştî çûna rehmetî dê û bavên Emînhez hew navê Aynûr jî li keçikên xwe bikin.
Min go dinya derew e, lo! 
Û Emîno çû!

Gotina Dawî
Emînê Erbanî bi civakê da qebûlkirin ku meriv nexwende, nezan, bêvîzyon û her weha ji do-re-mî-fa-sol-la-sî fêhm neke jî meriv dikare navê xwe bi hozan û hunermendî li ser rûpelên dîroka muzîkê binivîse.

Gotina Herî Dawî
Henek li hêlekê, lê weleh di zemanê xwe de bira jî tu şahê dawetan bûyî û te kes di se pozê xwe re nedidît.
Axir…
Rehm li gora te be û li hêla din Xwedê te bike şahê govenda horîyan.

6 Mart 2026 Cuma

şerê îranê û bêhna azadîyê

Zeman xerab e lê hay ji xeraban jî hebin…
Çep û rastên tirk çepûrasto lê dixin û hewl didin ku kurd ji bindestîyê dernekevin.
Nizanim Amerîka kurdan dixapîne!
Nizanim ma ev cara çendan e ku Amerîka kurdan difiroşe!
Nizanim êdî hişê kurdan li serê kurdan e û ew ê hew pişta xwe bidin Amerîkayê!
Û û û!..
Eman haa!
Eman haa!
Ne ew luksa kurdan heye, ne jî ew qudreta kurdan heye ku xwe qure û delalî bikin; 
jixwe yê xwe biqudret dihesibîne jî hayê wî ji qudret midretê tune ye; êdî kêç û spî jî ji nav berzika wî direvin, 
lew ji bêwîtamînîyê her tayekî berzikê li derekê dinere êdî.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ku Amerîka 99 caran jî me kurdan bifiroşe/bixapîne/li ser piştê bixe, cara 100î dîsa em ê li pey wê herin,
ji ber ku…
Xweda ew e û ew çawa fermanê bide, em kurd ê serê li ber wê fermanê ranekin.
Yên ku ji me re dibêjin Amerîka we ji bo berjewendîyên xwe bi kar tîne, hîn ew bi xwe ji bin Amerîkayê derneketine.

Gotina Dawî
Ne biratîya gelan, ne demokrasîya guran, xwe bi xwe pişta xwe bidin hev wek mêran.

19 Şubat 2026 Perşembe

otobusa entegrasyonê

Li Sarîyerê tekerê otobusa entegrasyonê teqîya, otobus li dîwarê mizgeftê qelibî; Amed mir, Bekir birîndar e.
Lê hîn jî hin bêhişên oportunîst hewl didin Bekir bikin Amed û kirasekî sorspî ji bejna Amed re bibirin.
Hoo oportunîstino!
Serê Amed bi hêlekê ve, qûna Amed bi hêlekê ve dihere, bi pîneyan jî ew kiras ê jê re nebe
û  nabe jixwe.
Îja carinan ehmeqîyek pêşîyê li ehmeqîyeke din digire, lew ehmeqên tirk ji ehmeqên me ehmeqtir in.
Çima?
Heger ne ji ehmeqîya ehmeqên tirk bûya, bi saya ehmeqîya ehmeqên me bi awayekî pir hêsan û bê tehb û bê serêşayî em ê entegreyî tirkan û Tirkîyeyê bibûna; ne kurdîbûna me dima ne jî kurdbûna me;
piştî pêncî salên din, 
mîna laz, gurcî, çerkez, rûm û arnawidên bi awayekî asîmilasyonîst entegreyî tirkbûnê bûne ku îro carinan dema mijar dibe esl û fesl, radibin bi awayekî qure û romantîk lê di eslê xwe de bêkesayetî ye, dibêjin “bi eslê xwe ez laz im, gurcî me, çerkez im, rûm im, arnawid im” kurd ê jî bibêjin pêşîyên me kurd bûn, mixabin. 
Çendî rastî tehl be jî her weha rast e.
Îja heyran,
mala bavê ehmeqên tirk ava be ku bi ehmeqîya xwe pêşîyê li ehmeqîya ehmeqên me digirin û dikin nakin nikarin otobusa entegrasyonê bigihînin qonaxa dawîn anku bigihînin qonaxa asîmilasyonê.
Bi hêvîya tekerên din ên otobusa entegrasyonê biteqin û ew otobus hîç negihêje wê qonaxê.
Ya bi xêr.
Axir…

Zîhnîyeta bermeqlûb!
Ne ku hûn ê rabin hunerê entegreyî xwe bikin, hewl bidin xwe entegreyî hunerê bikin, 
lê li welatê me wek her tiştî ev jî bermeqlûb e, mixabin.
Hunermendên ku 
nikaribin li ser mejîyê xwe hunera xwe biceribînin, 
ne hunermend in, 
tabûmend in.
Û bi tabûyan, 
hûn dest diavêjin namûsa hunerê, huner ji qîzanî/keçikanî dikeve, 
lê hûn ji ber çûne, hayê we ji we tune ye…
Axir…
Teorî, 
berhemên mejîyê analîtîk in, 
lê hin heval, 
bê mejî xwe li teorîyan diqewimînin.
Dû re…
Axir, em nêzîk binerin.

Gotina Dawî
Nexwînin, 
ji bo hûn li nezanîya xwe hayîl nebin.

19 Ocak 2026 Pazartesi

roj hîn neçûye ava

Ji doh de…
Xuya bû ku li ser meseleya Rojava, daxwaz û tespîtên Apo û daxwaz û tespîtên Şara li hev rûdinin.
Yanî peyva Apo (Tirkîye) û peyva Şara (Şamê) yek e.
Problem çi ye?
Ev kurdên gêj ku bi qûna îslamê girtine, mixabin wê bawerîyê nadin Amerîkayê anku Amerîka ne bi barzanîyan bawer e ne jî bi apocîyan.
Yanî mesele kûr e, dahwe jî giran e.
Kêşe/problem tenê ne zîhnîyeta apoyî ye, her weha zîhnîyeta barzanîyî jî di lobîyên hotelan de asê ma, mixabin.
Careke din hat fêhmkirin ku kurd lobîyên dîplomatîk û lobîyên hotelan tev li hev dikin.
Îja..
Gelo roj bira jî çû ava yan ji bo ji nû ve hilê çû ava?
Nizanim lê aqlê kurdan ê ji kîsê xelkê em hemû kirin şîzofren; bi teorî meorîyên komployî me malik li xwe bir mîratê; ne şev li me şev in, ne jî roj li me roj in.
Wek min got, belkî jî bi xêrtir be. 
Çima?
Bi salan e ku Amerîka ji kurdan re dibêje xwe ji zîhnîyeta apoyî rizgar bikin, dûrî wê zîhnîyetê bisekinin, lê gotina wê her bi erdê de çû û bi ya xwe kirin.
Axir…
Amerîkayê lê nerî zingînî ji serê kurdan nayê, serê wan hişk e û nikarin an jî naxwazin bi wê zîhnîyetê re şer bikin, hewl dan bi rêya Ahmed Eş Şara û daîşîyan şer bi vê zîhnîyetê re bikin.
Li her derê poster û peykerên Apo diçirînin/hildiweşînin.
Bi kin û kurdîya kurmancî, 
ji vîrusekê re antîvîrusek divê.
Ji qewla bawermendan, Xwedê derîyekî digire, derîyekî din vedike.
Ya bir xêr!

Gotina Dawî
Gewde xurt e lê serî kurm ketîyê, mixabin.


15 Ocak 2026 Perşembe

gayê xwedê

Gayê Xwedê!
Bi zaroktî mezinên me ji kesên xurt ên wek fîtan re digot, “Gayê Xwedê!”
Û hayê gayê reben ji bayê felekê tune em kurd ketin guhê wî; 
di guhê wî de em ketin xewê, xewa xwelîserî û belengazîyê; 
ne hayê me ji gurmînîya topê çêdibe, ne jî em dizanin bêhna xwîna kê tê ji selaya melê;
deh ji me bimirin jî deh belengazên din dikevin dewsê…
Erê, dibêjin israîlîyan çawa ku ji bo serxwebûna durzîyan piştgirî daye durzîyan, ji kurdan re jî gotine heger hûn bixwazin em dikarin piştgirîyê bidin we jî ji bo serxwebûnê,  
Lê destê kurdan ji birayên wan ên tirk û ereb nebûye û “biratîya gelan” ji serxwebûn û azadîyê çêtir û pîroztir dîtine;
nizanim, wer dibêje Bedran Dereyê nîvkurd û nîvapocî.
Lê bi min, 
israîlî ne zarok in, ne jî kawik in; ew ji min û we çêtir dizanin ku benê morîkên ca me qetîyaye di ber mislimanên fehş û îslama şaş de, 
loma jî bawer nakim ku bi fikreke werê ber bi kurdan ve çûbin;
bawer nakim, lew nîvê kurdan misilman in, nêvîyê din jî mirîdên mirîdan in û her du nîvik jî dijminên israîlîyan in;
qey ez û çend xwelîserên mîna min in ên ne jî her du nîvikan, 
lê xuyaye em jî ne li hesabê wan tên, ne jî bi kêrî wan, mixabin.
Axir…
Heger israîlî bizanin ku kurd bûne kurd anku kurd ê bibin kurd, nahêlin sibê, ew ê îşev azad û serbixwe bikin Kurdistanê.

Gotina Dawî
Dawîya dawî qantir ê jî bizê, lê em ê nebînin ku kurd ketine xema kurdbûnê.

14 Ocak 2026 Çarşamba

bêvîzyonî

Vê carê ez ji ber çongên Seadetê ranebûm. Di vê zivistana sar de, li ber germaya dil û zimanê wê ez xenê bûm. 
Deh rojan li welêt mam, tenê du caran jî ez derneketim sûkê; jixwe di vê sermê de tu kûçikan li sûkê girê bidî, kûçik ê nesekinin.
Lê mixabin kurd her şerpeze ne, 
çi di sermê de çi di germê de; Xwedê li wan hatîye xezebê carekê.
Û ji wan bêtir jî kes bi navê Xwedê sûnd naxwe, lê wer xuyaye navê Allah ji navê Xwedê pêştir e ku em bi xwe jî “Allah Allah”a me ye gav û seet.
Axir…
Belengazekî rolênehilatî gotîye, “Artêşeke kurdan a ji 100 hezar leşkerî pêk tê heye lê serok û serkêşekî kurdan tune ye.”
Weleh heyran,
tu ji min çêtir dizanî ku serok, serkêş û rêberên kurdan ne bi serê xwe ne û bi tena serê xwe nikarin biryaran bidin.
De îja kêşe anku pirsgirêk çi ye tu dizanî?
Ne bi serê xwe ne (ew bi xwe jî baş dizanin,) lê her weha ew vîzyon jî bi wan re tune ye ku Amerîka û Israîl bi wan piştrast bin û piştgirî û destekê bidin wan,
lew amerîkî û israîlî jî dibînin ku ji ruhê neteweyî dûr in û tenê li dora textê xwe zîz dibin û dizîvirin.
Axir…
bi vî aqilî ne em kurd li kurdbûna xwe vedigerin, ne jî neteweyên din ji bo vê bêhişîya me xwe diwestînin anku hewl didin.
Êêê!
Yekî qedrê xwe negire, tu kes qedrê wî nagire.

Gotina Dawî
Bi quretîyên bê vîzyon tenê hûn dikarin bireqisin li ser ekranên televîzyonan.
Axir…