19 Haziran 2021 Cumartesi

dawet

Îşev me Îrfan jî bi serî kir û berê wî da dojaha îmanê; zewicî...
Ez ê bibêjim heyf, lê ditirsim ez Rûşenê li xwe bikim agir...
Ma ez dîn bûme ez rabim Devliken bikim rûreş li ber çavê Rûşenê.
Axir, berî mijar belawela bibe ez biterikînim; mijar ne rûreş û rûreşî ye; mijar Rûşen e.
Li Mêrdînê agir bi erdê ketibû, ji kelekela germê mar ji qulê dernediket.
Min got hey Îrfan ev şaşî kir û ket rêya ne rast, emrê min ji Xwedê re, ez jî rabim xwe amade bikim û derkevim.
Û ez rabûm, min xwe şuşt û veşuşt û şelwerê xwe kişand binîya navika xwe û min berê xwe da sûkê.
Heta ez gîhaştim sukê nîv meter xwêdan ji qûna min niqutî nav şeqên min û ji wîr jî dawerivî erdê;
ji ber ku şelwer keten e, xwe bi min ve nedizeliqand; anku qûn mûna min şil nebû.
Piştî nîvseetekê tirimbêla Amedê hat û ez ketimê.
Agir bi mala şofêr bikeve!
Yan klîma venekiribû, yan jî xêr di wî û klîmaya wî de tune bû; 
heta em gîhaştin Amedê, em perîşan bûn, lê...
Erê, lê divê meriv bextê xwe xera neke. Şofêr pîsik mîsik û qijmirokî bû, lê dema ji bo kontrolê eskerîyê em li Siltanşêxmûsê dan sekinandin, şofêrê me mîna dîkê qoqo bi wan re dipeyivî.
Lê dawet jî dawet bû haa!
Bi karîzmaya Îrfan,
bi bedewî û rûkenîya Rûşenê
û bi sitranên Bilind Îbrahîm, 
bêguman civata me jî têra xwe hebû;
berbû derketibûn, direqisîn, em jî li dora maseyê rûniştibûn, me govenda sîyasetê digerand.
Di nava du seetan de me Kurdistan ava kir, lê piştî me ava kir, me hew dizanîbû em ê rêvebirîya wê teslîmî kê bikin!
Wek hûn dizanin, îro ro her kes dikare ji bo qoltixekê Kurdistanê bifiroşe.
Berî ez mijarê biqedînim, divê ez çend gotinên qut û gilover li ser xwarina dawetê jî bikim.
Mastê meyîrê tirş bû...
Ecîna wan tûj û xweş bû...
Zeleteya wan, nikarim di heqê wê de bipeyivim, ji ber ku min nexwar,
lê birinc û goştê wan somderece bû ji qewla dêrikîyan.
Haa!
Coşa govendê jî baş bû.
De wê çaxê ez jî ji zavê re bibêjim, 
"Xwedê te ji bin desthilatîya bûkê rizgar neke!"
Her şad û bextewar bin, gurçikino!
Amen!