29 Haziran 2021 Salı

maça doh û ferat

Ber êvarî min go Fero rabe em piçekî li ser xwe bigerin.
Min şelwerê xwe yê reş ê xanimekê dîyarî min kiribû, kişand binîya navika xwe, tîşortekî şîn bi ser de berda û min kumê xwe yê nîyhandokî ku piçekî ji yê tirpancîyên mûşî seksîtir e da serê xwe û em derketin.
Wîî!
Nahlet li çavê jîrikê misilmanan bê! 
Min ji bîr kir ez sola xwe têxim pê.
Erê, min sola xwe ya adîdas ku buhayê wê nêzîkî qelenê jinekê ye xist pê û min go Fero, "De haydê!"
Em li sikaka malê zîvirîn, ketin kolana ku dihere nav sûkê, li nêzîka dibistanê ciwamêrekî kevirên peyarêkê yên ji bo tirimbêl lê park nekin av dida.
Bi haweyekî şaş û metelmayî min li Fero nerî, min got, "Fero, ka li wî ciwamêrî binere. Qey li welatê te, ji dêvla daran keviran av didin."
Fero kenîya, got, "Ma ku me dar av bida, îro halê me yê ne ev hal bûya..."
Min got, "Weleh xebera te ye, tu rast dibêjî."
Dû re...
Dagirker, dagirkerî û şewata kezeba min ket bîra min...
 Min nahlet li bêxwedîtî û bêxwedatîya xwe anî!

Semîra xwarzîya min e û navê mêrê wê jî Ferat e.
Lê Fero û Ferat tevlihev nekin.
Fero ne Ferat e, Fero Ferhad e.
Û Ferhad xalê wan e.
Axir...
Doh maça Siwîsre û Fransayê hebû.
Wek hûn dizanin, Siwîsreyê Fransa têk bir.
Divê meriv bextê xwe xera neke; maç jî maç bû haa!
Ji zû de ye min li maçeke weha xweş temaşe nekiribû.
Lê Siwîsreyê jî heq kir haa! Ew serketin wek şîrê dêya wan li wan xweş helal be.
Maç doh bû, lê Feratê zava vê êvarê hatîye ber paceyê, li camê dixe, dibêje, "Ma maça doh a Siwîsre û Fransayê çer bû lo? Gelo kê ji wan qezenc kir?"
Min got, "Hey Xwedê bi ser de keto û di bin Xwedê de pelixîyo! Ji sibeha Xwedê de ye tu li sûkê bi vir de û wê de zîz dibî, ma qey kesî li cem te qal nekir law?"
Got, "Lo law li ser wê terextora çopê ji bêhna çopa sikak û kolanên Qoserê mejî di serê meriv de dewx dibe; ma maç tê bîra meriv!"