1 Haziran 2021 Salı

karîkaturistan

Ne tenê dewlet, yên li ser axa vê dewletê dijîn jî, karîkatur in.
Bi rêberî û rêvebirîya xwe,
bi desthilat û mixalefeta xwe,
bi rojnamevan û nivîskarên xwe,
bi rewşenbîr û akademîsyenên xwe,
bi hunermend û xwendeyên xwe,
ji serî heta binî hemû karîkatur in.
Rebenê Denîz Baykal bi kasetekê celî kirin.
Rebeno!
Ji rojan...
Ji mehan...
Carekê lê rabû, xwest li ser navika karxezalekê çend gwîzan bişikîne,
bêbavekî rabû berê tavê da qûnê, rebeno hetikand.
Piştî wê hetikandinê, êdî heta talîya emrê wî jî hew lê radibe.
Axir,
rebeno bi wê kasetê av û av çû, 
ji qoltixa xwe jî bû, 
ji namûs û heysîyeta xwe jî bû,
ji tahma heyatê jî...
Û Kemalê tûncelîyî yê guhbastêq û pozecûr, ne eyb û ne fedî çû li ser qoltixa wî rûnişt.
Ez zêde dirêj nekim û serî li xwe û we nekim kundir!
Yaw ev serê mehekê ye, bi derhênertî û lîstikvanîya Reîz em li "The Sedat Peker" dinerin 
û bi saya vî fîlmî jî yê heta roja îroj haya wî ji şilbûna bin vê dewletê tune bû jî, pê hisand; 
ne dizî hişt, 
ne qaçaxçîtî hişt, 
ne kokaîn û eroîn hişt, 
ne jî talan û kuştin û qesasî...
Lê, erê lê piştî vê zir tofanê hîn jî mixalefet mîna xiltê bin axê xwe li kerrî, kwîrî û ehmeqîyê datîne.
Yaw ma qey ên li ser desthilatîyê ne ranabin bi xweber nabêjin de va ye ez çûm û bi xatirê we...

Ma nizanim kaset masetên serokê sererd û binerd jî bi Reîz re tune ne?
Hey carê wek kelmêş di ber guhê meriv re here, dike pingînî û di ber guhê me re diavêje!
De ya bi xêr, 
lê ez ê bi kêfeke hew dibe li ber wê beşê rûnim, lê binerim û li ber jî bîraya xwe vexwim, dendikên xwe çerez bikim...

Gotina Dawî
Ne kurd, ne tirk yek ji yekî xerabtir û ehmeqtir e.
Û heger guherînek çê bibe, ne bi xîretkêşîya kurd û tirkan, ew ê bi destê Amerîkayê çê bibe.