28 Haziran 2021 Pazartesi

seadetê û turkan şoray

Anuha ez û Seadetê li ber televizyonê rûniştine, di Netfilksê de em li fîlmekî Turkan Şorayê dinerin.
Navê fîlm "Ada-Girav" e.
Ez teva fanêreyê binî me, Seadetê jî ji bazarê hatîye, xavika xwe ji serê xwe danîye, li ber kilîmayê li ser piştê veketîye.
Ji binê porê wê xuya ye dema porhinekirina wê hatîye; çend tûm tayên spî xwe beloq dikin.
Turkan Şoray û Rûtkay Azîz baser hev didin û hevdu bi maç û ramûsanan har dikin.
Seadetê ji maç û ramûsanên wan aciz dibe, dibêje, "Tufîf! Nahlet li we hatî! Li pêş çavên vî miletî we xwe hetikand."
Hîn hevdu li ser nivînan tazî nekirine, deng bi mele dikeve, mele azan dide.
Ez dibêjim, "Zira mele jî hat!"
Seadetê dibêje, "Bi qurbana mele bin! Ma çima zira mele hat; ên dizirin ew in. Tiştê pîss!"
Fîlm ber bi qedandinê ve dihere. Turkan Şoray xatir ji Rûtkay Azîz dixwaze, li vapûrê siwar tê û vapûr dimeşe.
Seadetê dibêje, "De here! Te têr mêrik bera ser xwe da! Keran di te nîyhê!"
Fîlm diqede.
Ez ji Seadetê re dibêjim, "De here nimêja xwe bike û were, em ji xwe re li fîlmekî din binerin."
Seadetê radibe ser xwe, ber bi derî ve dimeşe, lê berî bifitile, di ser stuyê xwe re dizîvire, li min dinere, dibêje, "Ji bo Xwedê fîlm mîlmên werê beradayî veneke; ji me re fîlmekî henekan veke. Meriv fedî dike li van bênamûsan binere."
Seadetê difitile, dihere. Piştî ji ber çavên min wenda dibe, ez fîlmekî din vedikim.
"The African doktor-Doktorê Afrîkayî" 
Seadetê nimêja xwe diqedîne û tê hundir; dihere li cîyê xwe yê berê vedikeve û dest bi temaşekirina fîlm dike.
Dibêje, "Tew! Ma fîlm bi gawirî ye!.."
Ez dibêjim, "Ka tu li dîmenan binerî, ez ê jî ji te re jêrenivîsê bixwînim û wergerînim kurdî."
Xwe diqulipîne hêla din, dibêje, "Jahr di orta fîlmên werê de be!"
Ez ji Netfilîksê derdikevim, jê re dibim ser kenala MedMuzîkê.
Stranên îdeolojîk ên meriv ji ber ruhê xwe aciz dike, bi nav mejîyê min ve radipelikin...

Her roj...
Seadetê tê li ber paceyê rûdine û pişta xwe dide bahlîfê.
Jixwe pace jî vekirîye.
Kî di ber paceyê re derbas dibe, dengê wan di guhên me de ye.
Kîjan jina ku di ber paceyê re derbas dibe û bi tirkî dipeyive, Seadetê bi kurdîyeke kubar ji wan re dibêje, "Çi qebqebê dikin! Weyla kerê min di qûna we nîyhayî!"