2 Haziran 2021 Çarşamba

edebîyat-sînema

Hêleke dilê min ji bo sînemayê, hêleke dilê min ji bo edebîyatê diavêje.
Û kurd ji her duyan jî dûr in.
Ne ji xwendinê hez dikin,
ne jî ji temaşekirina fîlman...
Û tew heger ji berhemên te bêhna îdeolojîyan nefûre, tu tirole yî di çavê wan de.
Lê xwezî bi qasî tiroleyan jî ji jîyanê hez bikirana!
Wek min berê jî çend caran nivîsandibû, nuha amadekarîya e-kitêbekê dikim; ya rast divê pênc meh berê êdî li ber destê xwendevanan bûya, lê carinan hin hevalên ku meriv bi serê wan sûnd dixwe, bi xwe de dirîn û xwe dilewitînin.
Serê meriv jî bifire, divê meriv soza xwe nexwe, bîne cî;
ku soz bû toz, hûn jî pişta xwe bidin wî hevalî, bimeşin, herin û wî hevalî di nav toza xwe de bihêlin.
Lê nuha dosya li ber destê Agirî ye û ez baş dizanim Agirî bi xezeba agir ew ê di demeke nêzîk de wê kitêbê bigihîne ber destê xwendevanan.
Ya bi xêr!
Wekî din jî, heger derfet çê bibe û ez bikaribim xwe bigihînim Mêrdînê, dilê min heye kurtefîlmekî bikişînim.
Senaryo amade ye;
jixwe ez ê bi xwe bilîzim û derhêner ê jî ez bim.
Heger biserife, edebîyat jî, sînema jî orgazm bi xwe ye;
tew bi kurdî anku bi zimanê meriv be, kêf li ser kêfê ye...
Şaş fêhm nekin ha, ne ew kêf li ser kêfa min di Doxînsistîzmê de qal kiriye...
Çîroka wê ji min nexwazin, jixwe di Doxînsistîzmê de heye; her kê meraq kir, dikare ji wir bibîne, bixwîne.
Ya din!
Min ê çi bigota?
Xwedê dide hinekan û Xwedê dine hinekan!
Yên Xwedê dide wan nizanin bixwin, 
yên ji xwarinê fêhm dikin jî, birçî ne...
Û karên kulturî jî bi fantezîyên kesên birçî çênabin.
Heger rojekê xeyal û fantezî û pere werin cem hev, wê çaxê em ê ji nû ve çîrokekê binivîsînin; çîroka zimanekî fantestîk.
Lê mixabin, vê gavê, ev zimanê fantestîk li ser zimanê xwenezanan tenê fantezîyeke xwelîserîk e.

Gotina Dawî
Erê, belkî edebîyat û sînema zikê meriv têr nakin, lê bi ziktêran jî dewlet nabin dewlet; heger ziktêr serê xwe jî têr nekin...