24 Haziran 2021 Perşembe

gunik

Jin derbasî hundirê dikana qesabîyê bû; çav li erdê, lê ziman negerîya bibêje ez filan tiştî dixwazim.
Xwedîyê dikana qesabîyê lê nerî jin şerm dike tiştê dixwaze bi nav bike. Di bin simbêlan de mizicî, got, "Tu gunikan dixwazî?"
Jina şermok kujê leçeka serê xwe da ber devê xwe, çavên xwe kutan erdê, bi dengekî şermok got, "Erê!"
Xwedîyê dikana qesabîyê bi ken got, "Çima tu şerm dikî? Ma meriv ji gunikan şerm dike? Jê xweştir çi heye?"
Jina şermok got, "Ma çi zanim! Hema navê wî bi meriv ne xweş tê!"
Mêr got, "Xwedê ji te razî! Ma ku ne xweş bûya, meriv ji hev re digot, 'Min gunê te xwaro!"

Serê sibehê Resûl şîyar bû ku Xwedê lawek daye jina wî.
Resûl bavê pênc keçan bû, lê law tune bû.
Bi çêbûna vî lawikî re ji kêfa hew nema bask pê ve şîn bên û bifire.
Wê rojê nav li lêwik nekir; ji lawikê xwe re li navekî gerîya.
Xwe bi xwe digot bila navekî rehmanî be da ku xenîm menîm li lawikê min nexin.
Ji nişka ve zingînî ji serî tê û dibêje, "Bi telaq heger ez navê wî bikim Ezraîl, ne xenîm, bavê xenîman jî were, nikare tiştekî bi lawikê min bikin; Ezraîl ê nehêle tişt pê bê!"
Navê lawikê xwe dike Ezraîl û wê êvarê mûlida wî datîne; meriv û dost û hevalên wî tên ser mûlidê; li hemîsê dixin û belav dibin.
Bi şev Resûl di xewna xwe de Ezraîl dibîne. Ezraîl li ser dilê Resûl rûdine, destên xwe dixe qirika wî û dibêje, "Ya ya teres! Ne heyfa min tu rabûyî te navê min li wî lawikê xwe yê pozhevîrtirş kiriye. Zûka navê wî biguherî, yan na ez ê di te nim!"
Di nav lepên Ezraîl de bi zorê zimanê Resûl digere, dibêje, "Ê ka ez navê wî bikim çi, ezxulam?"
Bi qasî bêhnekê Ezraîl diponije, difikire, dibêje, "Sîrac, Silhedîn, Şewket û Qudbedîn, hema ji van her çar navan tu dikî çi, tu serbest î!"
Sibehê zû Resûl çawa şîyar dibe, dihere diniqurçe jina xwe, jina xwe şîyar dike û dibêje, "Keçê, midûr dixeyide, qebûl nake. Ji nuha pê ve sê mehan em ê bi navê Sîrac, sê mehan em ê bi navê Silhedîn, sê mehan em ê bi navê Şewket, sê mehan jî em ê bi navê Qudbedîn gazî vî lawikî bikin!.."