14 Haziran 2021 Pazartesi

dawîya rê û binê tûrê rêwî

Di kitêba nenivîsî de ayeteke nexuliqî weha dibêje:
"Her kî têr nene jina xwe û kurmê wê neşikîne, ne mêr e, kerê bê dêl e. 
Sedeqalahulez!"

Em di otobana Entabê ya bi nav û deng re derbas bûn.
Li qiraxa rê du sê jin rûniştibûn, çav li rê, ji bo parîyek nan bi ser hev de diponijîn.
Kes li wan nedisekinî.
Xuya ye şofêran jî têr xwarîye û gewî bûne.
Piştî dused metreyekê em çûn neçûn, li qiraxa rê mêrek li ser nigan xuya bû. 
Simbêlê wî ji yê şofêrê min gurtir û qalindtir bû.
Min got, "Siltan, ev xerîte li vir çi dike?"
Di bin wî barê simbêlan de mizicî, got, "Ma tu nabêjî ew jinên reben ji bo çi bi ser hev de diponijîn. Ev xerîtenina ketine ber nanê wan, loma."
Min got, "Kuro, ji min û te mêrtir xuya dike, tu bi hişê xwe yî!"
Got, "Hahew! Şofêran ji jinan têr xwar, êdî fantezîyên xwe li ser xerîte merîteyan diceribînin."
Hindik mabû ez bawer bikim, kir hakehak, kenîya.
Got, "Ev jî zîrt e, zîrt!"
Ji awirên min têgîhaşt ku ez li ber neketim.
Got, "Zîrt zîrt! Yê navbera wan û şofêran çêdike."
Erê, di lîteratura Siltan de, zîrt qewad e.
De mala wî bi ser wî de hilneweşe, ji nuha şûn de ez ê jî vê gotinê têxim lîteratura xwe û bibêjim:
"Zîrt!"

Heta em ji Stenbolê gîhaştin Mêrdînê, jina şofêrê min tam sîh û pênc caran telefonî wî kir.
Yanî bi kin û gilover, wexta meriv li zemên belav bike,
her ji sîh û pênc deqeyan carekê telefon dikir û her cara digot, "Elo" gotina piştî "Elo"yê ev bû: "Ma ka tu gihaştî ku derê?"
Zor e, pir zor!
Xwedê dijminên min jî neke jina şofêran.
Mehê tenê du caran nîyhandin!
Bêlome be!

Gotina Dawî
Wa ye hêdî hêdî bêhna toz û rimilka Qezê ber bi firnikên min ve hildikişe.
Nîvseeteke din ez ê dagerim dergeha Seadetê, ka bê Seadetê çi surprîz ji min re çêkiriye?
Meyîr!
Hûr û rêvî, ser û pê!
An pelên mêwa û kortikên hişkirî!
Ez dizanim û dibînim li ser medyaya sosyal hin xatûn bêvila xwe ji hûr û rêvîyan re diqermiçînin û bi çavekî demode lê dinerin...
Biner biner!
Ji dêvla dahnê hûr û rêvîyan ez ê we têximê û bi haweyê nîvkelî bixwim, haa!
Ne ku ez bibim lehengê xewnên we!..