27 Temmuz 2021 Salı

xwendin him kar e, him zewq e

Carinan cinikên min tên min û ez radibim qayîşê bi Einstein re dikişînim, du sê kitêban bi hev re dixwînim.
Yekê datînim ber serê xwe, berî rakevim çend rûpelan jê dixwînim (Hîn min ji bîst rûpelî zêdetir nexwendîye. Pê re pê re çav li min sist dibin, devê min wek qaçika bizinan ji hev dihere û serî diavêjim xewê)
Yekê dixim binê tûrikê xwe, di metro, otobus û metrobusan de dixwînim. (Heger jin bihêlin)
Yekê jî datînim tuwaletê anku rehetgehê. (Ji bo vir jî konsantrasyon hewce ye)
"Ew ne ez bûm"a Şêxo Fîlîk min danî tuwaletê, "Qijalk"a Fewzî Bîlge jî min danî ser sêpêyê, ji bo derve...
Lê di esasê xwe de heger meriv xwendevanekî dilsoz û jîr û jêhatî be, xwendina her du kitêban karê rojekê ye;
yek şêst û pênc, heftê rûpel e, yek jî sed û bîst sed û sîh rûpel e...
Axir, heşa (te dît li hêla me wexta qala tuwaletê dibe, pê re pê re dibêjin "heşa" jî")
Erê, ez çûm li tuwaletê rûniştim, min dewsa qûna xwe xweş kir û rahişt kitêba xwe.
Rûpelek...
Du rûpel...
Sê r...û...p...e...l...
Min kir û nekir sisê nebû çar; rehetgeh li min bû êşkencegeh û konsantrasyona min xera bû, ne li karê xwe yê esasî germ bûm, ne jî li xwendinê...
Min nahletek li çavê mîrê başan anî û ez rabûm ser xwe. Tam dikira derketama, hat bîra min ku min pê li bişkoka sîfonê nekirîye, li xwe zîvirîm, min pê li bişkokê kir û gurînî bi avê ket.
Nizanim çima, lê dema ew av di hundirê wê klozetê de li hev vedigere, pir xweşîya min dihere; ne nêzîkî orgazmê be jî ew deng, nêzîkî masturbasyonê ye ew zewq.
Min kitêb guherîn; 
min "Qijalk"a Fewzî Bîlge danî tuwaletê, "Ew ne ez bûm"a Şêxo Fîlîk jî ji tuwaletê derxist, ji bo derve min danî ser sêpêyê.
Roja din...
Li derve, li bin sîya daran min kursîya xwe vekir û ji nû ve min dest bi xwendina kitêba xwe kir, lê mixabin,
dîsa, rûpelek, du rûpel, sê rûpel...
Nebû çar.
Û jixwe min jî neajot ser.
Bi şev berî ez rakevim, ez çûm tuwaletê, wek her car dîsa min dewsa qûna xwe xweş kir û min rahişt kitêba xwe.
Berî meleyê sibê azan bide bi nîv seetê (Ji ber ku her tim dîkê taxa me berî mele bi nîv seetê azan dide û min dengê dîk bihîst wexta ji tuwaletê derketim loma)
Erê, "Qijalk"a Fewzî Bîlge nehişt ez ji tuwaletê derkevim heta min ew neqedand.
Min wê şevê kitêb xelas kir û ketim nav nivînên xwe;
baş e ku ya di himbêza min de nedişibîya qijalkê, lê her cara ez ji xew şîyar bûm, çavên min li qijalkê gerîyan.
Axir...
Bi kin û kurmancî,
qada huner û edebîyatê ne cîyê masturbasyonê ye.
Û cîyê ku orgazm lê hebe, kes nare bi masturbasyonê hest û hîs û arezûya xwe nakuje.
Jîyan kulmek orgazm e, bi masturbasyonê me nexapînin.