Mamoste ez derxistim ber texte.
Ez hatim li ber texte sekinîm.
Mamoste bi zimanekî min nuh dibihîst ji min re got, "a-b-c" binivîsîne,
lê min nizanîbû ez ê çawa binivîsînim.
Mamoste hat bi her du gulîyên min girt û ez bilind kirim;
nigên min ji erdê qut bûn, serê min gîhaşt texma wêneyê Ataturk û ji min re got,
"Maçî bike."
Min maçî kir û bi îskeîsk ez çûm li cîyê xwe rûniştim.
We got,
"Biratîya zimanan!"
Ez bikutim biratîya gelan jî
û ez bikutim biratîya zimanan jî!