28 Temmuz 2021 Çarşamba

zîhnîyet û helwest

Mirîd û Nexweşîya Mirîdîtîyê!
Her kî serokan ji xwe re bike mertal; çi li Bakur, çi li Başûr, çi li Rojava, çi jî li derveyî Kurdistanê, ji wî tirsonektir, ji wî bêkesayettir kes tune ye.
Xwe nespêrin sîya serokan; bi sekn û helwesta xwe her tim li dijî şaşî û kêmasîyên wan bisekinin û rexne bikin; 
heger xizmeteke baş jî kirin, terka rexnekirinê nekin û pesnê wan nedin, lewra jixwe erk û wezîfeya wan ew e û xelk jî ji ber vî haweyî ji wan re dibêjin serok û li pey wan diherin.
Azad tev bigerin, da ku ew bi xwe jî sînorên azadîyê fireh bikin.

Qerf û Mîzah!
Li Afganîstanê rêxistina tundrew a îslamî Talîban yek ji mîzahjen û komedîyenên Afganîstanê kuşt.
Tirs û xofa herî mezin a desthilatan qerf û mîzah e; ew baş dizanin qerf, mîzah çekeke bi tesîr e û textên rizîyayî bi rêya qerf û mîzahê zûtir hildiweşin.
Loma çavê desthilatan bar nabe!
Lê li Tirkîye û Kurdistanê qerf û mîzah di bin sîya desthilatan de tê kirin.
Li Tirkîyeyê, kes newêre mîzaheke politîk bike; yên herî navdar Cem Yilmaz, Yilmaz Erdogan, Ata Demîrer, Şener Şen in, lê ev jî ji sîya xwe ditirsin; ji qeşmerîyan pê ve tu gûyekî belav nakin.
Û jixwe desthilat jî ji qeşmerên qûnalês hez dikin; mîna padîşahên berê...
Û li Kurdistanê jî hema hema rewşa qerf û mîzahê dişibe rewşa li Tirkîyeyê.
Ji tirsa partî, rêxistinan qerf û mîzaheke cidî tune ye; jixwe pirê wan jî xwe dişibînin serdestên xwe û bi mîzaheke entegrasyonîst a qeşmerane civakê piçekî din ber bi ehmeqîyê ve kaş dikin.
Di vî warî de du biwêjên xweş hene:
"Gû birayê rêxê ye!"
"Meriv ker û golikan li cem hevdu girê bide, ji hevdu dielimin tir û fisan!"
Meseleya mîzaha me û tirkan jî ev e.
Bi saya serê sîyasetvanên xwelîser bi her haweyî em tirkan teqlîd dikin û xwe dişibînin wan.
Loma jî, 
hêdî hêdî em ji jîyîna kurdî dûr ketin; ne kultur kultura berê ye, ne stran stranên berê ne, ne henek henekên berê ne, ne jî ziman zimanê berê ye, mixabin.
Û heger werê dewam bike, kirasê li ser me yê hew ji pîneyan bê naskirin.

Xewn û Seadet!
Seadetê telefon kir, got:
"Min îşev xewnek dît!"
Ji bo ez ber dilê wê xweş bikim, min got:
"Xwedê bi xêr bigerîne, Seadet!"
Û dest bi xewna xwe kir:
"Min dît bavê te ber bi min ve dihat. Ez jî li ser nivînên xwe rûniştime, ziq mame lê dinerim. Bi desta ji min re got were û li xwe fitilî, meşîya. Ez jî rabûm ser xwe û min da pey wî, lê ez li xwe hayil bûm min diranê xwe di bin bahlîfa ber serê xwe de ji bîr kirîye. Min got ka bise, ez herim rahêjim diranê xwe, min diranê xwe ji bîr kirîye. Ez li diranê xwe vegerîyam û ji nişka ve ji xew çeng bûm ser xwe..."
Ez kenîyam, min got:
"Seadet, dua bike diranên te taxim in, yan na çûbû ji te de; diranê te tu xelas kirî, lê temîya min li te, xwe ji bîr neke û teva wan diranan ranekeve, weleh Cemîl ê were te li pişta xwe bike û te bibe li xwe mahr bike."
Em kenîyan, 
lê eşq carinan dihêle meriv hesabê mirinê jî neke.
Û ji roja Cemîl serî danîye û mirîye, Seadet hesabê mirinê nake!