4 Temmuz 2021 Pazar

xwelîya heft gundan

Destê Seadetê li mirîşkên wê nagere wan serjê bike. Û tu yê bibêjî qey ev mirîşk jî wê hîs dikin, her roj hêk dikin.
Ev serê mehekê ye ez li vir im, hîn destê xwe neavêtîye kêrê, ji min re mirîşkek serjê nekirîye.
Du rojan bi ser û pê, hûr û rêvîyan çavê min girê da; du rojan bi goştê sêlê û tirşikê, du rojan bi şorbe û pel û kortikan...
Va ye sibê ez ê xatir bixwazim û herim, lê mirîşkên wê di pînika xwe ya servekirî ku dişibe  sînemayên havînê de kubar kubar xwe dihejînin mîna xaniman.
De Xwedê ji min û wan re mezin e; qey heta hetayê hûn ê hêk nekin, du mehên din dîsa ez li vir im.

Ev serê çel salî ye em di gelek qonaxan re derbas bûn, lê xortekî kurm, pardon kurd, qonaxeke din li qonaxan zêde kir.
Bi hêvîya Kurdistaneke azad û serbixwe em derketin vê rêwîtîyê, sal bi sal me doz û dahweya xwe teng kir.
Û
Serxwebûn daket federasyonê...
Federasyon daket xweserîyê
Xweserî daket xwelîserîyê...
Xwelîserî gîhaşt asta Komara Demokratîkê...
Û Komara Demokratîk bi Ruhê Eşmeyê ber bi Tirkîyeyîtîyê ve bezîya.

a wa hat û a wa çû
siwar hat û peya çû
çavê min li çavê wê ket
aqil û sewda pê re çû

Heta nuha biratîya gelan bû, îja biratîya zimanan derket.
La hewle wela!
Ji bîr nekin!
Xwexapandin, xwexapandin e, derdora we pê naxape; haya derdorê ji teresî û xwelîserî û finêsên we heye, belasebeb qûna xwe bi vir de û wê de nebin û neynin.
Heta nuha bi slogana "biratîya gelan" we hewl da, hûn kurdan bixapînin û entegreyî tirkî û tirkîyeyîtîyê bikin, nuha jî bi sloganeke nuh hûn hewl didin kurdan bi carekê bitevizînin û pûç bikin.
Wexta poz neşewite, kesayet ber diavêje.
Xwelîya heft gundan li gundekî, xwelîya wî gundî jî li serê we be!

Gotina Dawî
Loma ez dibêjim, kesayetê ber avêtîye; berî bi dijmin re, divê em bi bêkesayetan re şer bikin û ji nû ve kesayetê biafirînin.