22 Temmuz 2021 Perşembe

dêr û lawê xwedê

Piştî salekê li Taksîmê ez derbasî dêrekê bûm;.
Nizanim, çendî ne dîndar im jî, îhtîşam û atmosfera dêran ji mizgeftan bêtir bala min dikişîne.
Lê çi dêr, çi mizgeft, çi sînegok û çi îbadetgehên dînên din...
Ji bo min hemû yek in.
Axir berî ez derbasî hundirê dêrê bibim, ez çûm li ber peykerê Papa sekinîm; lê Papayê çendemîn bû, nizanim.
Jixwe min ji xanimekê rica kir, çend wêneyên min jî di himbêza wî de girt.
Bi qudra Xwedê, belkî jî dengê wî bi xwe bû; hew min dît wek sura bayekê ji ber guhê min çû û dengekî nerm di guhê min de olan da:
"Ma hema her tim xelk ê di himbêza te de rûne!"
Di ser xwe re ez fitilîm, min li peyker nerî; lê haya peykerê reben ji min tune bû.
Demildest ez pengiz bûm, min qûna xwe ji wir bilind kir.
Di ber xwe de bû "tobetobe"ya min û derbasî hundirê dêrê bûm.
Wek her dînî, ev dîn jî li ser bazirganîyê ava bûye. Ji quncikê min mûmek kirî û ez ber bi quncika mûman ve meşîyam.
Min jî mûma xwe vêxist û bi qasî sê çar deqeyan ez li ber wan mûman sekinîm.
Ka nizanim xewê girt ser çavên min an bi tesîra mala Xwedê bêyî vîn û îradeya min çavên min çûn ser hev, du sê deqeyan çavên min girtî, destên min vegirtî, min dest bi gazin û lomeyan kir:
"Ya lawê Xwedê!"
Dû re min got, "Çima lawê Xwedê?"
Rast e, Îsa Xwedê bi xwe ye.
Ma law piştî demekê şûna bavan nagirin?
Îsa jî lawê Xwedê ye û jixwe nayê bîra min Xwedê li ser wî textî rûniştîye.
Qey roj were Xwedê yê ji ser wî textî rabe û Îsa yê li dewsa wî rûne.
Erê lo, min got:
"Ya Xwedê!"
Dîsa bi sura bayekî nerm dengekî di guhê min da olan da:
"Kerem bike, Devliken!"
Ez veciniqîm, min çavê xwe vekir, mîna şeple bi min ketibe, min li dora xwe nerî, lê her kes bi karê ber xwe mijûl bû.
"Ez im ez, Devliken! Ma te bi xwe gazî min kir, nuha jî wek Şeytan bi te bikene, tu xwe şaşomaşo dikî! Ez im, Îsa Îsa, lawê Xwedê, piştî çend emir û temenên din Xwedê bi xwe! Ka bibêje, tu çi ji min dixwazî!"
Min got:
"Saxîya canê te, ma ez ê çi ji te bixazim!"
Got:
"Dev ji peyvên klasîk berde û netirse, berxê min! Tu çi ji min dixwazî, kerem bike!"
Min got:
"Binere, ez ê bixwazim, dû re qûna xwe bi vir de û wê de nebe û neyne, haa!"
Hêrs bû, dikira bi min de biteqîya, min got:
"Henek, henek!"
Bêtir aciz bû, got:
"Ez ê di henekan nim ha, Devliken! Ma henek bi Xwedê dibe?"
Min got:
"Bibore, cara ewil e ez bi Xwedayekî re dipeyivim, ji ber vê jî ji kelecanê zimanê min li hev digere."
Got:
"Zû bilezîne, bi sedan însan hene, divê yek bi yek ez li gilî û gazin û daxwazên hemûyan guhdarî bikim. Tu çi ji min dixwazî?"
Min got:
"Weleh ez dizanim derew e, lê dîsa jî ez ê bixwazim..."
Got:
"Çi ye?"
Min got:
"Te ji her miletî re dewletek çêkir û da wan, ji me kurdan re jî Kurdistanekê çêke û bide me."
Got:
"Bi soz, kengî kurdan Kurdistan xwest, ez ê Kurdistanê çêkim û bidim wan."

Gotina Dawî
Heft Xweda û heft pêxember jî bibin yek û bixwazin, heta kurd ji dil û can nexwazin, Kurdistan ji bo kurdan tenê fantezîyek e.