16 Temmuz 2021 Cuma

genetîka nexweş

Dema genetîka miletekî nexweş ketibe, êdî ew milet nema dikare li rastîya xwe vegere û bibe xwe;
hemû refleks û reaksîyonên wî, bi haweyekî protez xwe didin der.
Ji bilî xwe li ser her tiştî digirî;
gilî û gazinên wî ne ji bo wî ne, 
bi serketîyên xelkê pesnê xwe dide,
ji xelkê bêtir li ser xelkê diêşe!
Carinan li ser medyaya sosyal ez pêrgî hin xwenenasên weha têm.
Dema ez çav li nivîs û parvekirinên wan dikevim, ji bilî kurdekî dişibin her gûyî.
Ji tirkekî betir xwe tirk, ji tirkekî bêtir xwe xwedîyê vê dewleta teres dibînin.
Di nivîs û parvekirinên wan de hewldanek heye ji bo desthilatîyê biguherin;
bi gilî û gazinan hezkirin û xweaîdîyeta xwe kifş dikin.
Û pirê ji van kesan jî, li ser medyaya sosyal wek şoreşger û niştimanperwerên kurd tev digerin.
Min di serî de jî gotibû,
dema genetîka miletekî nexweş dikeve, êdî ew milet nema dikare li rastîya xwe vegere û bibe xwe.
Hîn jî hay ji hin xwenezan û xwelîseran heye, bi çûyîna desthilatîya Erdogan re meseleya kurd û tirkan ê çareser bibe.
Weyla min di IQ we nîyho!
Ji bîr neke!
Heta tu wî kirasê kurdbûnê yê li ser xwe çîrçîrî nekî û neqetînî, dilê tirkan ê rehet nebe;
çi dîndar çi xwedanenas, çi netewperest çi demokrat, çi rastgir û nijadperest çi çepgir û lîberal...

Gotina Dawî
Êdî mû bi zimanê min ve hat, lê xuya ye zingînî yê ji serê we neyê!