14 Temmuz 2021 Çarşamba

carinan aciz dibim

Vê bêbava dewletê hingî çavê me tirsandîye, dema ji mecbûrî ji bo hin karên birokratîk jî rêya meriv bi qereqoleke wê dikeve, sûcekî meriv tune be jî, çong li meriv sist dibin, nigên meriv bi meriv re dixeyidin.
Ax ax!
Ez di qedera xwe (me) nim!
Her kî bûye sedema bêdewletîya me, li hêla din ez kîrê Xwedê di zotika wî kim!

Balkêş e!
Her sal, di salvegera mirina serekê doza xwe Doktor Qasimlo de, 
çi başûrî, 
çi bakurî, 
çi rojavayî, 
çi rojhilatî...
her kes gorbihuştê nemir Doktor Qasimlo bi bîr tîne.
Erê, ez serxwebûnxwazan fêhm dikim, lê kê nîyhaye van entegrasyonîstên xwelîser?
Ji qewla Ahmet Kayayê entegrasyonîst:
"Bu ne yaman çelîşkî anne!"

Ecêb e!
Carinan ez li hin berhemên kurdî rast têm û dixwînim...
Bawer bikin (hûn dixwazin bawer nekin jî) nivîskar tenê dixwazin ji xwendevanan re bibêjin, "Ez hewl didim hûn ji min fêhm nekin û bi gotin motinên qure, ez xwe li ber çavê we bikim yekî ne ji we."
Ji kesên weha re jî dibêjin, "Hosteyê Peyvan"
Bi min ev ne hoste moste ne; heger ji bo van kesan navek hewce be, ew jî ev e:
"Belengazên bi kompleks!"
Kurdên reben bi zorê ji zimanê xwe fêhm dikin, ev belengazên bi kompleks ê jî rabin li ser nezanîna wan, bi genetîka peyvan bilîzin û bi wê masturbasyona xwe ya ku ji fantezîyên wan ên kompleksî dizê xwe qure bikin.
Ji ber sîya pozê xwe rabin û piçekî li xwe vegerin; ji wê pozbilindîya we hûn ji xwe pê ve kesî nabînin.

Û sibê,
heftê sal di ser koça dawî ya Mîrê Zimên Celadet Elî Bedirxan re derbas dibe...
Erê Mîrê min!
Sal bi sal, 
li ser bingeha te danîye, ziman şîn û şên dibe;
lê pirsgirêkek heye, Mîrê min...
Sal bi sal, 
kurdîzan pir, lê kurdîaxêv kêm dibin!
Te bingeh danî, lê me ew hêz di xwe de nedî em li ser wê bingehê avahîyê temam bikin.
Kurdî yê kurdan bigihîne Kurdistanê, 
lê kurd di ser kurdî re gav dikin...
Ruhê te şad be, 
Mîrê min!