6 Temmuz 2021 Salı

erdêl û zirîn

Erdêl li eskerîyê ye.
Şevekê xew lê diherime û aciz dibe.
Ka dê û bav dikevin bîrê, jin û zarok dikevin bîrê, ez nizanim, lê li ser ranzeya xwe, xwe bi vê hêlê ve diqulipîne, xwe bi wê hêlê ve diqulipîne, nabe, dike nake xew nayê.
Û zira wî tê!
Seet ji nîvê şevê derbas bûye.
Radibe ser xwe, derdikeve derve û dihere ber lojmana sûbayan, komutanan.
Heta Xwedê hêlê didê ji kezebê dizire, ji kerekî kertir.
Hîrehîra wî li nav bolukê olan dide, li hev vedigere.
Berî eskerî rabe alarmê, bi dizî dihere xwe diavêje ser ranzeya xwe û betanîyê dikişîne serê xwe.
Dibe alarm û wê seetê hemû esker derdikevin derve, teva eşofmanan.
Eskerên reben mîna qaçika bizinan ji bêxewîyê devên wan ji hev diherin.
Komutan dibêje, "Heta hûn vî kerê ketîye nav sînorên bolukê nebînin, xew li we heram e!"
Eskerên reben li nav bolukê belav dibin; bi vir de diherin tune ye, bi wê de diherin tune ye; tu derek namîne ku lê nanerin, lê ker tune ye.
Rebenan perîşan dibin.
Dilê Erdêl bi esker dişewite û dihere li derîyê odeya komutan dixe, tekmîlê dide û cit disekine.
Komutan di bin çavan re li Erdêl dinere, awiran tê de difirîne, bi hêrs dibêje, "Çi ye?"
Erdêl dibêje, "Ezxulam, min ker dît!"
Komutan ji ser qoltuxa xwe çeng dibe ser xwe, dibêje, "Ka li ku ye?"
Erdêl dibêje, "Ez im!"
Kêlîyekê komutan şaş û metelmayî li Erdêl dinere. Berî ku hêrsa wî bi serê Erdêl de biteqe, Erdêl dest bi zirînê dike û dibe zirezir û hîrehîra wî...
Devê komutan dihere li paş guhê wî disekine, şaş û metelmayî ji xwe re li Erdêl guhdarî dike.
Piştî ku zira Erdêl diqede, komutan dibêje, "Tu ne ker î, tu şêxê keran î, heyran!"

Rojekê dîsa Erdêlê me li ber pez e.
Pezên wî li nav pirêzeyê belav bûne, diçêrin, wî jî xwe daye binîya darekê, rûniştîye.
Ji gundê cîran kerîyek pez ber bi wî ve tê.
Şivan bi ker e, li ser pişta kerê xwe siwar hatîye û li pey pez e.
Erdêl radibe ser xwe, destê xwe dide ber devê xwe û dibe hîrehîra wî dizire.
Ker di bin şivên de kîrê xwe rep dike û dide zîtik û zîtokan, şivên ji ser pişta xwe diavêje û xwe Erdêl digire.
Û Erdêl dibêje nigo ez bi qurban û direve; bi zorê xwe ji terikê ker xelas dike.