17 Temmuz 2021 Cumartesi

tirkên ehmeq û kurdên ehmeq

Hûn dizanin di navbera tirkên nezan-ehmeq û kurdên nezan-ehmeq de çi ferq heye?
Tirkên nezan-ehmeq dewleta xwe di ser dîn û Xwedayê xwe re digirin, bi xezebekê dewleta xwe diparêzin, devê meriv dihere li paş guhê meriv disekine; bi kin û kurmancî, ji bo dewleta xwe bi bêhişî xwe li mirinê diqewimînin; lê berevacî vê yekê, kurdên nezan-ehmeq li dijî dewletê ne; heta pirê wan haya wan ji bayê feleqê tune ye; yên çavbişikivî û haya wan ji bayê felekê heye jî, li pey dîn û îdeolojîyan mirîdîtîyê dikin jixwe.
Û mixabin ji ber ku li her derê nezan-ehmeq serdest in, rewşa me kurdan giran e.
Roja ku kurdên nezan-ehmeq jî bigihêjin asta tirkên nezan-ehmeq, wê rojê serxwebûnê ji her tim nêzîktir be.
Lê mesele ye haa!
Îroj nîvro, ez bi otobusê ji Sahrayi Cedîdê derbasî Ataşehîrê bûm.
Yekî qijmirokî bala min kişand; ne dîn bû, lê nedişibîya biaqilan jî; 
pantorê xwe kişandibû ser navika xwe, bi qayîşê nava xwe guvajtibû, mîna Red Kît xuya dikir.
Li ser wî pantorî qutikekî bi pî (qazax) li xwe kiribû; 
meriv lê dinerî, havîn li meriv dibû zivistan, lê tew ne xema kîrê wî bû; min xwê dida, wî nedida...
Axir,
Bi strana "hoplayiver çekîrge, ziplayiver çekîrge, bidi bidi bidi çekîrge" deng bi telefona wî ket.
Dema telefon ji bêrîka xwe derxist û da ber guhê xwe, bişirînekê xwe li ser lêvên min danî, lê min nehişt ew bişirîn veguhere ken.
Li ser pişta telefona wî alaya tirkan hebû.
Xwe bi xwe min got, "Ehmeq, nezan û mirîdên me bi qurbana kîrê te bin û hew!"

Li perava Modeyê me.
Li pêşîya min jinek û du xort hene; bi gavên kubar dimeşin, ez jî li pey wan im...
Ji nişka ve bala min ket jinê; 
bêbavê mîna kihêlekê bû; bejindirêj, lihevhatî, porkurîşk, rûgenimî, mîna ronîya heyvê bû.
Heger ez bi Devlikenê biçûk re nexeyidîyama, wê di pêşîya min de bibezîya; 
baş e ku her tim rişma wî di destê min de ye.
Û her du lêvên wê jinê ji ser hev çûn; peyivî...
Ji nişka ve ew ronîya heyvê li ber çavê min bû tarîyeke dojehî. 
Devlikenê biçûk li pey min ma, wek tu satileke ava cemidî bi ser serê min dakî, sar sekinîm.
Xwezî min dengê wê nebihîsta!
Belkî ji çîrokeke romantîk re bibûya îlham û mestere, lê deng ew sêhr û efsûn belav kir, mixabin.
Min got,
ji bo jinê deng girîng e...
Dengê xweş dikare jina herî ne xweşik bike horî, dengê nexweş jî dikare jina herî xweşik bike pîvazeke genî.
Deng jinê dike jin.
Min got, deng...