29 Temmuz 2021 Perşembe

tirk tirk in û qedîya

Tirk tirk in!
Tu tirkan bi ava zemzemî jî bişoyî, tirk tirk e û hew!
Bala xwe bidin wan rojnamevanên muxalîf ên ji ber xezeba tirkên nijadperes û îslamîst ji Tirkîyeyê revîyane, çi spor, çi zanist, çi politîk, dema di qada navnetewî de tirkek bi ser dikeve yan jî xelatekê disitîne, ji tirkên li Tirkîyeyê dijîn bêtir şanaz û serbilind dibin û kêf dikin.
Guh nedin lêxistina wan a çep û rast, wexta dikeve dawîyê, tenê bi nigekî lê dixin; ew nig jî, tenê tirkîtîyeke genî ye.
Muxalîfê herî tûj jî dema mijar dibe hebûn anku bekaa dewletê, kurd, ereb, ermen, laz, avar, arnavût tenê teferûat e. 
Bi kin û kurmancî,
tirkên qenc û xerab tune ne, tenê tirk heye.

Zîhnîyeta qeşmer!
Îroj ez li daxuyanîya komutanekî YPGê rast hatim, digot:
"Îja dewlet! Bi ser de jî dewleta kurdî! Ma qey me mejîyê keran xwarîye em rabin di nava vê dojeha rojhilatê de dewleteke kurdî bixwazin û ava bikin! Na na, her kî qala dewletê bike, ne ji me ye. Em hewl didin bi ruhekî entegrasyonîst di nav Iraq, Îran, Sûrîye û Tirkîyeyê de bimehin û mîna çimento em û ereb û tirk û faris bi hevdu bizeliqin. Bijî biratîya gelan! Fikir û daxwaza dewleteke kurdî ne di felsefeya me de heye, ne di hiş û aqilê me de heye, ne jî di ehlaqê me de..."
Min fikir û felsefe û hiş û aqil fêhm kir, lê ehleq çawa çêdibe?
Nizanim.
Ez jî dibêjim,
Kurdekî dewletê nexwaze, bêehlaq e û qedîya!
Lê tiştê balkêş, hûn çima bêehlaqîya xwe wek vîrusa koronayê li nav milet belav dikin?
Bext û ûjdan û dilsozî, samîmîyet nemaye, em dizanin, lê qet nebe xîretê ji xwe nexeyidînin.
Bi hezaran gulîsor û beranên simbêl bi hine di ber çi de mirin?
Ew xwîn di ber fantezîyên we de herikî?
Şerm bikin, şerm!
Îja şerm!
Ku ehleq miribe, şerm li ku ye...