20 Temmuz 2021 Salı

şêx ehmedê dîn

Cejn e...
Şêx Ehmedê Dîn serê sibehê, berî mele û dîk biavêjin ber hev û bi hev re azan bidin, şîyar bû, ji nav nivînên xwe rabû, derket derve, şipîyakî mîst û berê xwe da mizgeftê. 
Destê xwe da derîyê mizgeftê yê hewşê ji bo derbasî hundir bibe, berê deng bi dîk ket, dû re bi "Alahuekber"a mele, azan da.
Dengê mîratê dîk xweş dernediket, azana melê bi ser dengê wî diket.
Şêx Ehmedê Dîn di ber xwe de kenîya, xwe bi xwe got, "Dengê melê min wek zengil derdikeve vê sibehê; ji azana wî jî xuya ye nîyhandineke xweş li jina xwe kiriye, jinê dilê wî rehet kiriye."
Serê xwe bi belengazî kil kir, got, "Ez di siûda xwe nim!" û qûna xwe da ser derenceya ber derîyê hundir.
Piştî bi kêlîyekê mele jî hat.
Şêx Ehmedê Dîn ji ber mele rabû ser xwe, qedrê wî girt.
Mele bi dîtina Şêx Ehmed re verqilî, di ber xwe de selewat anî. Ber bi Şêx Ehmedê Dîn ve du sê gav avêtin, got, "Xêr e Ehmedê Baqil, dîsa Şeytan bi te kenîyaye, berî min tu li vir î!"
Şêx Ehmed serê xwe bera ber xwe da, bi şêwazeke fedîyok got, "Ma weke kêfa tu dikî, kes tune ye himbêza min jî germ bike. Ez jî rebenê Xwedê serê sibehê berî Xwedê û Şeytên bi xwe dihisim."
Mele got, "Estexfuralah! Wer nebêje Ehmed. Tu dikevî kufrê!"
Mele derîyê mizgeftê vekir û her duyan da pey hev û derbasî hundir bûn.
Mele di ser stuyê xwe re fitilî, li Şêx Ehmedê Dîn nerî, got, "Kuro, tu ne heram î, ne?"
Hîn mele tam li xwe nezîvirîbû, Şêx Ehmedê Dîn bi dengekî nizm kir vinevin, got, "Ma min nenîyhaye jina te!"
Deng çû mele, lê baş tê negihîşt bê Şêx Ehmedê Dîn çi got. 
Dîsa di ser stuyê xwe re zîvirî, got, "Te got çi, dengê te nehat min!"
Şêx Ehmedê Dîn got, "Weleh Seyda, ne ji heramê fêhm dikim û ne jî li helalan rast hatime..."
Mele berê xwe guherî, xwe bi xwe got, "Tobe tobe! Tew ev ê dîn û felsefeya wî!"
Dû re fitilî, li Şêx Ehmedê Dîn nerî, lê nepeyivî. Di ber xwe de got, "Şeytan wî dipeyivîne, Şeytan!"
Mele çû li şûna xwe rûnişt.
Yek bi yek gundî jî hatin ji bo nimêja sibehê; di nava deh deqeyan de deh kes ketin hundir; temenê hemûyan jî di ser heftê re bû.
Û hemû jî bi maske...
Mele got, "Firehî hev bisekinin!"
Her di navbera du kesan de du metre navber xistinê û xwe dan benda komûta mele.
Berî mele paşîya qûna xwe bide wan û bibêje, "Allahuekber!"
Şêx Ehmedê Dîn got, "Seyda, ma ne berê te weaz dida, te digot, mil bi mil nimêj bikin, bila ba jî di navbera we re derbas nebe; heger hûn navbera xwe vala bihêlin, Şeytan ê were têkeve navbera we û we jî bi xwe re gunehkar bike."
Mele hêrs bû, got, "Dînê Xwedê! Korona heye, korona! Ji bo hûn nexweş nekevin. Ma ji kêfa ez dibêjim firehî hev bisekinin."
Şêx Ehmedê Dîn her du destên xwe dan paş qûna xwe û hêdî hêdî ber bi derî ve meşîya. Berî di derî re derkeve, di ser stuyê xwe re zîvirî, li cimhetê nerî, got, "Bi telaqê min, bi qasî hûn ji koronayê ditirsin, hûn ji Xwedê bitirsîyana, hewce bi nimêj û rojîyê, ji dua û çûyîna hecê nedima."
Û ji ber çavan wenda bû...