min hestên xwe spartin dilê te
li ber nefesa te
hêdî hêdî kedî bûn
û min dojeh jî dît
bihuşt jî
tav in çavên te
te dît
li ber tavê kemilî zaroktîya min
loma jî
ji demsalan min ji hevînê hez kir
û di meheke havînê de ji genim jî
li pey dîtina te
genim bi tavê diseride
ez bi te seridîm
dû re
min dil xist rûyê te yê genimî
û ji wê rojê de ye
çavê min bar nabe li genim binerim
rûgenimê
ji tenûrê hesidîm
çi cara min dît jineka rûgenimî li ber tenûrê ye
û nan pê ve dide
ez hesidîm
pir hesidîm
rûyê genimî ez bengî kirim
celî bûm bi carekê
bi çolê ketim
û ez tenê me nuha
tikîtenê
her şev
di rengê nanekî tenûrê yê rûgenimî de
ez dengê te dibihîzim
li ser meytê min tu dilorînî
rûgenimê
û ji nişka ve vediciniqim
digirîm
diqîrim
diêşim
jan dide xortanîya min
çendî xwezîya xwe bi mirinê bînim jî
namirim ez
bi hesreta kulmek genim
hîn jî dijîm
lê wer xuya ye bi vê kulê
mîna te ez ê jî bibim hebek genim
û xwe bigihînim malzaroka axê
heger bû qismet
û me xwe gîhand hev
belkî rojekê
erê belkî rojekê
bi hev re em biqelêşin zikê axê
û derkevin nêçîra eşqê
min got
me çend zarok anîn dinyayê
bêyî hev
û hêdî hêdî dimirin
bi nifirên me re
em ji çûriskên eşqê zêde bûn
lê ew ê nebin çûriskek jî
qewlê genim li erdê ket
ma te nizanîbû genim ê li me bê xezebê
rûgenimê