26 Temmuz 2021 Pazartesi

max kruse û tesîra çalakîyan

Huner di îdeolojîyan de hilnayê...
Berî nuha bi du sê mehan mamoste Kerem Gerdenzerî ji min xwest ez fîlmê xwe bişînim festîvala fîlmên kurdî ya Moskowê.
Organîzatorên festîvalê zarokên wî bi xwe bûn.
Li ser daxwaza wî min jî fîlmê xwe "Reş û Şîn" ji festîvalê re şand, lê min texmîn kir tu tiştek ê jê dernekeve; kêm zêde haya min ji wan fraksîyonan heye;
lewra berê jî min gotibû, li seranserê dinyayê, li her devera ku kurd lê dijîn, hemû çalakî û xebatên hunerî, kulturî di bin desthilatîya apoyîyan de ye; herweha festîvalên sînemayê jî...
Encam?
Weke min texmîn kiribû derket; 
destvala...
Dev jî xelatwergirtinê berde, heta ji bo temaşekirinê jî nehat hilbijartin.
Weleh helal be ji wan re!
Bila tenê ew bibêjin tifaqa me heye; bi haweyekî rêxistinî û kolektîf em tev digerin û ji xêndî xwe û yên wek xwe difikirin qîmet nadin kesekî û tiştekî.
Li nav kurdan ji mirîdîtîyê pîroztir tişt tune ye; yan tu yê mirî bî yan jî mirîd...
Lê ez li ber hunermendan dikevim; ew çawa di hundirê vî kirasî de aciz nabin?
Mîratê!
Carinan berjewendîyên şexsî û karîyer zora kesayetê dibin.

Mirîd jî difirin!
Yaw van mirîdan bira jî mejîyê keran xwarîye; meriv mejîyê di serê hemûyan de derxe, bide ser hev û têxe qûna mirîşkekê, dîsa jî ew ê şûna hêkekê danegire û mirîşk ê nebêje ew çi ye we rada qûna min, bi rehetî û bê êş ew ê hêka xwe bike û nabêje "ay serê min" jî!
Mejîyê ku xwendin tesîrê lê neke! 
De îja were bi vî mejîyî re şer bike...
Ji hev re qala felsefeya Manî, Zerdeşt, Osho û Nietzche dikin, lê ji bin fisa Apo dernakevin û terka mirîdîtîyê nakin.
"Tir li ku, das li ku!"
Yanî yekî hay ji felsefeya van ciwamêran hebe, çawa ranabe terka mirîdîtîyê nake, bira jî ev mijar hêjayî nîqaşê ye; 
yan jî çawa dikare bi serîyekî bê mejî felsefeya van ciwamêran bixwîne!
Baş e ku mejî di serê van kesan de tune ye, yan na Xwedê yê pê bigirta!
Jixwe Xwedê jî li xwe heyirîye. Rebeno dike nake, hîdayet nabin.
Divê ev nakokîya xwelîser a trajîk ji lîsansa bilind û doktorayê re bibe mijara tezan.
Axir...

Max Kruse li seranserê dinyayê bû mijar û hemû kanalan wek nûçeyeke flaş ew derxist pêş, 
lê ji bilî tirkan.
Mîna di guhê gê de dijîn, guhê xwe ji vê nûçeyê re girtin.
Hûn guhên xwe jî bigirin, çavên xwe jî bigirin, kurd û kurdî yê her di nav çavê we de bin.
Teva ku berî nuha bi salekê di tîma wan Fenerbahçeyê de lîstibû jî, hîç qal û behs nebû; nebû, lewra ji bo her kesî ev nûçeyeke magazînî, kulturî bû, 
lê ji bo tirkan sîyasî...
Keça ku Max Kruse dil xistîyê û li hember kamerayan daxwaza zewacê lê kir, keçeke kurd e û li ser tîşortê xwe bi kurdî: "Ez ji te hez dikim! Tu dixwazî bi min re bizewicî?" nivîsandîye.
Dema mijar dibe kurd û kurdî, tirk har dibin, mîna gayê çav li xwînê bikeve...
Lê hûn ê bi vî gir û rikî di nav xwîna xwe de bigevizin!
Heger kurdên ehmeq û xwelîser rişma xwe ji destê we derxin û ji we re bibêjin, "Ne hûn bin, ne biratîya we be û terka biratîya we bikin!"

Gotina Dawî
Loma em dibêjin tesîra kar û xebatên hunerî, kulturî, sporî ji tesîra şer û sîyasetê bêtir e; 
qîmet bidin edebîyatê,
qîmet bidin huner û kulturê,
qîmet bidin sinema û muzîkê.
Bi vê çalakîyê, Tesîra Max Kruse li dinyayê kir û hişt haya dinyayê ji kurdan çêbibe, ji tesîra şer û sîyaseta van çel salên dawî bêtir e.

Û ji bo keça mêrdînî jî du sê gotin:
Ji dil û can ez te pîroz dikim ku bi rêya çalakîyeke weha di qada navnetewî de te ji kurdan re got kurd bi kurdî hene û ji dinyayê re jî got kurdî zimanê kurdan e.
Ya din jî,
 dema me mêrdînîyan xwe qure kir, hiş bin û dengê xwe nekin.
Mêrdînî ji nîyhandina cin û însên çêbûne, heger hûn bawer nakin jî, fermo herin berê xwe bidin Mêrdînê bê ji xêndî zarokên cinan kî dikare bajarekî weha efsûnî ava bike?