1 Temmuz 2021 Perşembe

şêbî

Çend Serpêhatî Ji Eşîra Şêbî

Salên nodî ye.
Gund di navbera dewlet û apocîyan de asê mane.
Bi şev apocî, bi roj dewlet...
Lê şêbî jî bi ruh û canê xwe piştevanên apocîyan in.
Hin ji gundên derdorê radihêjin selehê, dibin cerdewan, hin jî cerdewanîyê re dibêjin "na" gund terk dikin.
Rojekê eskerî digire ser Şêbê.
Serbaz dişîne pey muxtarê gund; muxtar radibe tê nig serbaz.
Serbaz dibêje:
"Muxtar, binere, jin hene, zarok hene,  pez hene, dewar hene, bi gundîyan re bipeyive, weleh em ê gund bişewitînin!"
Muxtar difitile ser gundîyan, dibêje:
"Binerin binerin, av çûye qûna wan haa! Bê çawa li ber me digerin!"

Şêbî tê bajêr.
Seet di dest de tune ye. 
Ber êvarî ye, tarî ketîye erdê.
Li dora xwe dinere, kes bi ber çavê wî nakeve.
Li xwe difitile, peykerê Ataturk...
Dibêje:
"Apo seet çi ye?"
Ew û peyker ziq li çavên hev dinerin; deng ji peyker nayê.
Şêbî xwe aciz dike, dibêje:
"Tew tiro li xwe danayîne bipeyive jî. De te negot, nebêje lo! Te dît xema min e..."