9 Temmuz 2021 Cuma

îşev ez çi bikim

Îşev ez dixwazim gelek tiştan binivîsînim, lê nizanim ez ê ji ku derê û çawa dest pê bikim.
Hêleke dilê min dibêje çarînekê binivîsîne, bila li ser harbûna bedenê be.
Hêleke dilê min dibêje li ser kurdan binivîsîne, bê çima di guhê gê de xwe veşartine.
Hêleke dilê min dibêje li ser xwendina îro çend rexnenirxandinan bike bê kî berx e, kî beran e.
Û hêleke dilê min jî dibêje de îşev xwe bi tiştekî neke, here serî biavêje xewê û bi xewnên fantestîk ji vê dinyaya derewîn koç bike.
Min got nizanim...
Ez guh bidim kîjan hêla dilê xwe?
Ya baş ew e, ez herim serî biavêjim xewê û di xewna xwe de li ser sîng û berên dîlberan bi zimanê xwe çarînan binivîsînim; kurdan ji guhê rizgar bikim û bêyî sloganan wan ber bi xîretê ve kaş bikim û hemû kitêbên bêkêr di nav agirê şehweta xwe de bişewitînim.

Gotina Dawî
Gotin tu carî bi dawî nabe!