31 Temmuz 2021 Cumartesi

çetilxêr

Kurd dibêjin, "Kezeba me şewitî!" 
Ê tirk jî dibêjin "Kezeba me şewitî!"
Heger kezeb eynê kezeb be, no pirsgirêk!
Lê...
Her du kezeb ne yek in.
Him!
Wê çaxê mesele kûr e û dahwe jî giran e!
Û biratî jî heye...
Jixwe zêdeyîya ser kezebê jî ew e.
Îja biratî!
Ew çi ye?
Dişibe çi?
Tiştekî çawa ye?
Yanî kesên ji serê kîrekî pengizîne û ji quzekî pekîyane.
Himm!
Min fêhm kir,
lê...
De guh nedê lo!
Bira bira ye, bazar xuya ye.
Û jixwe hewce bike, em ê bibin bira, hewce neke, em li mala xwe, ew li mala xwe, lê...
Erê, lê!
Mala wan heye, lê mala me!..
Çi pê hat?
Ma ne dagir bû!
Agir pê ket!
Şewitî!
Hilweşîya!
Xera bû!
Ji tûpişk û maran re bû stargeh!
Û em li ser axa xwe, lê li ber derîyên wan man sêwê.
Ez dizanim, min "lê" pir bi kar anî, lê...
Ohoo!
Îja bû çetilxêr ha!
Çetilxêr!
Yanî êdî çilvirî û hew meriv dikare ji nav derkeve.
Axir!
Kezeba me bi destê wan dişewite, lê ji dêvla em li ser kezeba xwe bigirîn û li çareyekê bigerin, 
em radibin ji bo agirê bi kezeba wan ketîye, xwe bi xwe li hev dixin û hev bi girî dikin; 
dû re em bi hêsirên wî girîyê xwe yê belengaz diherin agirê bi kezeba wan ketîye, vedimirînin.
Berê, 
ji bo wan em gundî, nezan û hov bûn, lê hesabê me dikirin; te bigota ez kurd im, tirs û xofê seranserê bedena wan dîl digirt, 
diqutifîn!
Dibizdîyan!
Sîya wan li ber çavê wan dibû em û jê vediciniqîn!
Lê îro,
me hewl da em xwe bi wan şêrîn bikin û ji wê gundîtî, nezanî û hovtîya xwe xelas bibin; ne em, lê ew bi ser ketin.
Çawa?
Ji bo wan em hîn jî gundî, nezan û hov in, lê me teresî û tirsonekî jî li xwe zêde kir,
loma jî,
bi çavê rezîl û teres û tirsonekan li me dinerin êdî.
Dewleta wan li pişta wan e, mîna cewrikên kûçikan yek bi yek, dudu bi dudu, qefle bi qefle me dikujin û hîç ne xema wan e jî.
Lê em çi dikin?
Qesta min ji me, yanî yên pêşengî û rêbertîyê dikin...
Heşayî we, lê quzê "wê" dixwin!
Wê?
De herin ji mamoste Evdila re bibêjin, bila ji we re bibêje û kirasekî li wê "wê"yê bike.
Ne Evdilayê fêrizê Îmralîya xopan ha, Evdilayê me yê qoserî;
mêrê jina xwe, bavê keçikên xwe û mamosteyê nizanim çi qas telebe.
Erê, berê mezinên me ji xwendekaran re digot, " telebe"
Dû re telebe bû gewende
û gewende jî bûn belaya serê me.
Ka ez dîsa bibêjim axir û hêdî hêdî vê mijara ku li ber min bû çetilxêr, bi hev girê bidim.
Bi kin û kurmancî,
bi saya serê sîyasetvan û şoreştirşikçîyên me,
libergerîneke teres,
xwebiçûkdîtineke belengaz,
ehmeqîyeke fahş
û xwelîserîyeke bêsînor bû para me.