30 Temmuz 2021 Cuma

dê û bav û zîhnîyet

Dîn û Bawerî
Xwedê mir!
We ew çêkir, wî xwe kuşt!
Pêxember jî mirin; 
lê we ne terka xwedayan kir,
ne jî terka pêxemberan.
Û sêwîyên Xwedê,
hîn jî rojên înîyan, radihêjin tejik û cilikên xwe
û tên li ber derîyê mala wî, berê xwe didin qibleya wan teresên ereb ên ku tenê bi wî pereyê sêwîyên wî diherin xwe lê dikin "hecî" û li deverên dinyayê yên herî xweş li ser dilê jinên nîvhorî araqê vedixwin û di quzên wan horîyan de serxweş dibin, nimêj û dua dikin û bi cizbê dikevin...
Dîn zirderewek e!
Xwe û zarokên xwe ji dîn dûr bisekininîn.
Û bêdîntî ne bêehlaqî ye,
herweha bêdîntî ne bêedebî ye jî...
Berevacî vê, bêdîntî paqijî ye, parastina bext û ûjdên e.
Bêdîntî xweşbînî ye.
Bêdîntî dihêle tu wek xwe li hevalên xwe binerî, xwe di ser wan re negirî
û herweha bêdîntî nahêle tu lê bipirsî bê kî kî ye, çi çi ye û li ser çi bawerîyê ye.
Bêdîntî hesta te ya însanetîyê derdixe pêş û dihêle tenê tu bi çavê însanî li însên binerî; 
ji te re dibêje, kirasê li ser wî însanî ne girîng e, bext û ûjdanê wî, duristî û xweşehlaqîya wî girîng e.

Îdeolojî û Bêmejîtî
Min nîyha gora Lenîn!
Lenîn mir!
Min nîyha gora Stalîn!
Stalîn mir!
Min nîyha gora Marks û Mao!
Ew jî mirin!
Û îdeolojîyên xwe jî li ser pişta kefenên xwe girê dan, bi xwe re birin.
Ew îdeolojî rizîyan, bi wan re bûn kulmek xwelî...
Loma jî,
ji bo hûn bibin xwe, li xwe vegerin û hûn jî mîna nevî û nevîçirkên wan bibin xwedan dewlet, hewce ye hûn ji axa xwe îdeolojîyekê biafirînin, bidin pey wê îdeolojîyê û bigihêjin hedef û armanca xwe;
bi kin û kurmancî, 
bibin xwedîyê dewletekê mîna netewên din ên li ser axa xwe, bi hebûna nirx û hêjayîyên xwe, xwe mezin û qure dikin.
Heger hûn nenin gora Lenîn, Stalîn, Marks û Mao û hûn bi ser îdeolojîyên wan de nemîzin, di nava vê çerxa bêbext de hûn ê hêdî hêdî bimehin;
hin ji we yê bibin ereb,
hin ji we yê bibin ecem,
hin ji we yê jî bibin tirk!
Û wê çaxê ez ê jî bi deh dengan biqîrim û bibêjim,
min nîyha gora we!

Malbat û Civak
Got:
"Bi min ne ferz e her ewlad li dê û bavê xwe binere, li wan xwedî derkeve."
Û berdewam kir:
"Dê û bav gelek caran ji nezanîya xwe, lê carinan jî bi zanebûn jîyana zarokên xwe diherimînin; jîyanê li wan dikin dojeh. Barekî ku ew ê tu carî nikaribin di bin de rabin, li wan dikin û dû re dema yextîyar dibin û qawet di wan de namîne, ji taqet dikevin, radibin dibêjin, de haydê, me hûn bi firê xistin, mezin kirin, êdî dor dora we ye, hûn li me binerin, me xwedî bikin."
Dû re dengek ket guhên wê û veciniqî:
"Heta ku dê û bav bi çavê "rojekê zarokên me jî mezin bibin, ew ê li me binerin û li me xwedî derkevin" li zarokên xwe binerin û bi wê zîhnîyetê wan mezin û perwerde bikin, civak ê her çirav(k) be!"

Gotina Dawî
Heqê dê û bavên bêkesayet tune ye ji ber bêkesayetîya zarokên xwe gazinan bikin!