16 Temmuz 2024 Salı

taştêya sibehê

Li ser sifreyê ez û Seadetê rûniştine, me taştêya xwe xwarîye, em çayê vedixwin.
Min qedeha xwe ber bi Seadetê ve bir, min got:
-Ka qedeha min dagire, ez çayek din vexwim bê ew Xwedayê li jor ji me ne xuya ye çi dixwaze!
Seadetê rahişt çaydan, devê wî bi ser qedeha min de xwar kir û got:
-Weleh mezin e, ji te jî xuya ye û anuha li kêleka te jî rûniştîye.
Min got:
-Ka çayekê ji Xwedê re jî dagire!

Gotina Dawî
Xweda mezin e, lê em jî têra xwe hene!..