21 Temmuz 2024 Pazar

gotinên peyvforîzmayî

Got,
-Kî çi bifikire, azad e anku her kes azad e, loma jî dikare her tiştî bifikire.
Got,
-Erê, Azad jî azad bû, lê di ber fikra xwe de serî danî û hat kuştin!

Got,
-Di nav kurdan de jî têra xwe dewlemend hene, lê tenê ji hêla bêrîkê ve dewlemend in, mixabin; mejî, mentiq, zîhnîyet wek xwe dimîne her tim.
Got,
-Rast e. Şivan jî çi qas pez li pezên xwe zêde bike, dîsa şivan e.

Got,
-Min gelek însan nas kirin, xweş dibêjin, lê xweş nameşin.
Got,
-Ji meşê re tehb û ked divê, lê gotin mîna ba ji ber meriv here; ji dev derdikeve û bi ber bê dikeve û li hewa wenda dibe.

Got,
-Berê, 
mêran simbêl berdida û ew simbêl li ser milê mêr dibû barek!
Got,
-Nuha jî,
hew maye mêr simbêlê xwe bi rûjê sor bikin.

Got,
-Qantir ê berê bizê yan tirk ê berê terka hovtîya xwe bikin?
Got,
-Her du jî ne mumkun e, mixabin.

Got,
-Ji Kurdistanê kengî azad û serbixwe bibe?
Got,
-Kurdî dizane!..

Got,
-Xweda nêr e yan mê ye?
Got,
-Kengî min pê girt, ez ê bibêjim.

Got,
-Vî zemanî mêrê bipere yan mêrê bêpere?
Got,
-Karekter û kesayet dizane.

Got,
-Jina biehlaq an jina bêehlaq?
Got,
-Jina bêehlaq te azad, jina biehlaq te kedî dike.