23 Temmuz 2024 Salı

dizê quzan

Got,
-Devliken, ma weleh tu wek dizê quzan î law! Ji nişka ve tu di ber meriv re derdikevî û ji nişka ve ji ber çavên meriv wenda dibî.
Min got,
-Seadet, îja te dizê quzan ji ku derxist? Ew tiştekî çilo ye û çawa ye gidî?
Got,
-Te dî berê mal û malbat tev li hev bûn, bi hev re bûn heta dereng; pirê caran sê çar bûk digîhan ser hev. Dê û bav û zaro û bûk…
Axir, dû re li gorî şert û merc û derfetan hêdî hêdî ji malê cîhê dibûn; berê lawê mezin, dû re dor bi dor ên dinê…
Min got,
-Êêê!
Got,
-Ê û quilqurt! Ka sebra Xwedê bikişîne weyy! Hêdî hêdî ez pê de têm. Nizanim çawa te neh mehan îdare kirîye?
Min got,
-Ji xwe bipirse, Seadet xanim!
Got,
-Erê, ji ber ku berê şert û merc giran bû, heta dereng bûk tev malê diman, loma jî bi şev wextê li wan radibû û dixwestin herin dizîya hev ango herin di hev nin, bi dizî û bi haweyekî bêdeng xwe li nav nivînên hev diqewimandin. Gotina “dizê quzan” ji wir tê. Te got erê, Devlikeno?
Min got,
-Wey rehma Xwedê li gora mirîyên te be û Xwedê teala min ji wê dizîyê neke heya serî datînim.