9 Temmuz 2024 Salı

rêwîtî

Serê sibehê, seet di çar û deh deqeyan de min çenteyê xwe avêt nav milên xwe û derketim derve.
Seet di çar û bîst deqeyan de ez gîham rawestgehê, lê…
ji qewla Qado Tirşiko min xwe da benda otobusa ku dihere balafirgehê û min deng nekir; 
min deng nekirrr, erê, min deng nekir,
lê wext û zeman bi hev re ketin qayîşê, dîsa min deng nekir!..
Axir, min go derew e, ez rabim texsîyeke ticarî dagerînim û min qûna xwe ji erdê rakir. Texsî hat li ber min sekinî û jixwe barê min jî ne giran bû, min çenteyê xwe avêt dawîyê, li kêleka şofêr rûniştim û şofêr pê li xazê kir.
Heşayî haziran, lê ez di şofêrên texsîyan nim!
Bênamûs heya ez gîhandim balafirgehê pênsed lîre, bi pereyê berê pênsed hezar li ser dilê min tirş kir;
axir…
bi silametî min xwe gîhand ser balafirê û di nava seetekê de balafir bi hewa ket.
Xweda ji ajetê ne razîbe!
Bê qeza bê bela me xwe gîhand welatê yadê.
Di otobusa nav bajêr de kalekî heftê heftê û pênc salî li min nerî, nerî, nerî…
dûr û dirêj li min nerî!
Got:
-Ev tu meleyê kîjan camîyê yî, lo?
Min got:
-Xalo, ez meleyê ser meleyan im. Ez hatime meleyên welêt kontrol bikim bê çi bêehlaqîyan dikin.
Li rîha min nerî, li serê min ê zelêt î dazlaq nerî, li tîşortê min ê binçengtazî nerî, li şortê min nerî, li berçavka ber çavên min nerî, got:
-Min bawerîya xwe bi te neanî, bi telaq.
Min got:
-De ku ez nîvseetekê di ber te de rûniştim û min çend kelamên nîvehlaqî kir, tu yê ne tenê bawerîya xwe bi min bînî, her weha tu yê bibî mirîdê min jî, hecî.
Û otobus sekinî, ez rabûm peya bûm û min li paş xwe nenerî, ber bi welatê xwe ango Seadetê ve meşîyam.