26 Temmuz 2024 Cuma

ka aqil

“69”
Jimareke balkêş!
Çi kîmyager çi fizîkvan çi ekonomîst çi wêjevan, 69 akademîsyenên xelatgirtî yên nobelê ji bo Apo azadî xwest!
Balkêş e!
Pirê kîmyager tam 69 akademîsyenan ji Apo re azadî xwest!
Ka îja em kêmaqilên beradayî ne yan ev kîmyager mîmyager kîrê xwe û masîyan ji hevdu nas nakin, nizanim.
Ê heyran…
çi çepgir çi sosyalîst, li seranserê dinyayê her kes di pencereya sosyalîstî/komunîstî re li Apo û PKKyê dinere; kurdî, kurdbûn, kurdîtî ne xema kîrê wan e,
loma jî…
ji bo wan Apo qehreman e, şoreşgererekî enternasyonal e, çendî li ser koka me rûniştibe û mîna qereçîyan em ji kirasekî xistibin kirasekî jî!..
Bêguman…
kîmya, kîmyager, derman, morfîn, eroîn, kokaîn, xeşxeş, kaos, tevlihevî, mij, dûman, tucar, tucaret û gelek tiştên din.
Û 69…
di nîyhandinê de anku di seksê de yek ji pozîsyonên herî bizewq!
Îja…
Kîmyager, akademîsyen, nobel, xelat, 69 û Apo!..
Gelo ev akademîsyenên bêbav dixwazin ji me re çi bibêjin?
Gelo di jimara 69an de peyameke sublîmînal tune be?
Nizanim, lê…
heger Devlet Bahçelî bi kurdî bizanîya û ev nivîsa min bigîhaşta ber destê wî, belkî bi wê zanîna xwe ya matematîkê ya feylesofane em serwext bikira!
Îja axir… 

Ez ketim marketê, min rahişt şûşeyek pepsî û petêxekî û ber bi qaseyê ve meşîyam.
Jineke bihalekî/ducanî berî min li ber qaseyê sekinîbû, lê xwe piçekî nerehet hîs kir, dora xwe da min û ew jî li miqabilî qaseyê rûnişt.
Qasîyer pepsîya min û petêxê min di qaseyê re derbas kir û bi tirkî got, “Mamoste, ew qas!”
Ez bişirîm, min got, “Çima tu bi tirkî bi min re dipeyivî, heyran? Ez kurd im û bi kurdî dipeyivim.”
Got, “Weleh mamoste, min go qey tu memûr î û ne ji vir î, loma. Yan na em her tim bi kurdî dipeyivin.”
Jin jî di ber xwe d bişirî, got, “Weleh min jî go tu  mamoste yî. Tîpa te, şeklê te, kincên te…”
Min rahişt asûkên xwe, lê berî ez li xwe bifitilim, min got, “Meriv qalikê xwe biguhere jî, hewce ye meriv hundirê xwe, hebûna xwe biparêze. Ji bîr neke! Meriv zimanê xwe, meriv nirx û hêjayîyên xwe biparêze û qalikê xwe biguhere, meriv medenîtir û moderntir dibe.”

Gotina Dawî
Heger hûn bi zimanê xwe serbilind bin, zimanê we yê jî we di nav xelkê de serbilind bike.