19 Temmuz 2024 Cuma

ziman xweda ye

Dema meriv îmana xwe bi tirkî anîbe, êdî meriv bi kîjan deterjanê bişo jî, pere nake;
ji ber ku…
li bakurê welatê min, şewba tirkî ji hemû vîrusan dijwartir e;
loma jî…
ji bo serastkirina rastnivîsîna kurdî li ser medyaya sosyal ez û hin hevalên mîna min çi qasî hewl bidin jî, ne xêr heye ne fêde lê dibe;
hîn û hîn…
hin hevalên xwende û nivîskar di şaşî û kêmasîyên xwe de asê ne/israr dikin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ji bo quretî û populîzmê anku ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî yên qirêj û genî rebenê zimên bi kar neynin û xwe li ber çavê zimên kêm nexin, xwe nelewitînin;
lewra…
ziman her û her zêr e û zêr jî bi gû û gemarê ji eslê xwe tiştekî wenda nake.

Selahattîn Demîrtaş wek her car dîsa lotikeke qantirkî avêtîye. Li hemberî dadger mîna dîkê elokan sînga xwe nepixandîye, li hundirê çavên wî nerîye û gotîye:
“Îro di bin esaretê de bi we re dipeyivim, lê roj ê bê, ez ê li ser textê desthilatîyê bi we re bipeyivim û bi piştgirî û desteka milet ez ê bibim serek û vê dewletê bi rê ve bibim.”
Xewn û xeyala Abdullah Ocalan, di nav sînorên mîsak-i millîyê de dîzaynkirina kurdan bû, bêguman ji sedî nod jî bi ser ket, lê Selahattîn Demîrtaş bilindtir difire!..
Ez ê bibêjim xwelî li serê we be, lê êdî xwelî jî di bin nigên we de bûye wek we.
Axir!

Gotina Dawî
Ziman, Xweda ye; te diafirîne jî, te dikuje jî!..