20 Temmuz 2024 Cumartesi

dijmin dijmin e

“Ataturk, ji bo me yewnanan qesas e/kujer e/qatîl e. Salona ku posterê wî qesasî lê be, dilê min ranagire, ez herim derkevim ser wê dikê û stranan bibêjim. Ez nikarim pê li şeref û namûs û xîreta xwe bikim û wek tiştek nebûye tev bigerim.”
Ev gotin, gotina stranbêja yewnan Despîna Vandî ye.
Nizanim pozê hinekan dişewite!
Ne bawer im…
lewra heger xîretê xatir ji kesayetê xwestibe û êdî kesayet ji nebûna xîretê kêm û qels ketibe, ew poz, ew bêvil naşewite, ew ê neşewite.
Stranbêj, hunermend, nivîskar, aktivîst û rewşenbîrên kurd ên ku berjewendîyên xwe yên şexsî dixin pêşîya berjewendîyên neteweyî, tu carî xîret ê neyê li derîyê wan nexe,
loma jî…
bi van xwelîseran ne civak diguhere, ne jî civak pêş dikeve.
Û civaka ku neguhere û pêş nekeve, ew ê her û her bindest be, belengaz be û tenê xulam û xizmetê ji civaka serdest re bike.
Û jixwe dike jî!..

Gotina Dawî
Erê, em kurd xwedan bext û ûjdan in. Û her weha dilşo û dilbirehm in, lê ne bi vê xezebê! Piçekî hay ji xwe û dîroka xwe jîî hebin ku xelk hesabê we bike,
lewra…
dijminên we xwîna we vexwin jî dilê wan ê rehet nebe.

Gotina Herî Dawî
Hûn xwe bi ava zemzemê jî bişon, di çavê dijmin de hûn dijmin in.