14 Temmuz 2024 Pazar

kurdistan

Ez ketim hundir, min dît Seadet xanim li ber televîzyonê pal daye, enîşka xwe xistîye bahlîfê, kefa destê xwe yê rastê ji serê xwe re kirîye paldank, serê wê bi hêla rastê ve xwar bûye û awirên wê li ser ekranê asê maye.
Min dît li ser ekranê komek şervan, ensturemanên wan di destên wan de, stranan distirên û Seadet xanim jî bi dilekî tije xem û têra xwe bi keder guhdarî dike û serê xwe jî hêdî hêdî pê re dihejîne.
Ez fikirîm û xwe bi xwe min got, 
“Heyf û hezar heyf ku dilpakîya van keç û lawan bû sedema blokebûna mejîyê wan û çûn ji bo fantezîyên sadîstekî bûn qurban!
Û hîn jî dibin, mixabin…”
Axir!

Birayê min got keça min hat bi hêrs destê xwe li sînga min xist û bi ser min de kir gilî û gazin û hewar:
-Baba, Arîn bi zimanekî din bi min re dipeyive, li dibistanê mamoste bi zimanekî din bi min re dipeyive, li sikakê zarok bi zimanekî din bi min re dipeyivin, lê çima tu dixwazî ez bi kurdî bi te re bipeyivim?
Mixabin…
êdî tenê axaftina hundirê malê têrê nake, jê zêdetir hewce ye;
yan na…
em ê çem û çem herin!

Gotina Dawî
Bi lez û bez Kurdistan divê!