1 Temmuz 2024 Pazartesi

îşev ez ê nenivîsînim

Îşev wek ku zêde dilê min tune ye tiştinan binivîsînim. 
Nizanim çima, 
lê canê min sistopisto ye û giranîyekê girtîye ser min mîna bênamûsê kabûs ku carinan di bêdengîya şevê de dixirpişe ser dilê meriv û bêhn û nefesê li meriv diçikîne.
Belkî jî îro min xwe bi sporê zêde betiland.
Axir…
Îşev ez ê nigên xwe radim, terikê xwe ji hêla çepê biavêjim hêla rastê û ji xwe re li maça Gurcistan û Îspanyayê binerim.
Qesta min ji çep û rastê, bila tiştekî îdeolojîk neyê aqilê we, haa!
Lewra… 
kîr anarşîst e!
Ji nîvê şevê re zêdeyî seetekê heye; heger mejîyê min gon xwar û makfikirîna min avis bû, ez ê çend gotinan li hev siwar bikim û ber bi we ve bi çargavî bibezînim.
Na weleh, wer xuya ye ez ê îşev tiştekî nenivîsînim;
jixwe zemên jî singê xwe rakirîye, ber bi nîvê şevê ve dibeze.
Min go şer bi zemên re nabe!..
Axir…
Ev cara duduyan e ez dibêjim axir, lê jixwe berê jî min ji we re gotibû, ji hin peyvan pir hez dikim, mîna qehpikekê bîst û çar seetan di wan nim, dilê min rehet nabe.
Haa!..
Li vir şaş fêhm nekin. Qesta min ji nîyhandinê, ne çêr, siqêf an dijûn e, tenê hestîyane ye.
Erê, min çi digot?
Min ê bigota axir,
erê, axir…
du bîrayên min di sarincê de ji cemidandinê hindik maye sermê bigirin.
Ka ez rabim ji xwe re li ber maça Gurcistan û Îspanyayê hêdî hêdî vexwim.

Gotina Dawî
Min go îşev ez ê tiştekî nenivîsînim.