26 Temmuz 2024 Cuma

vîagra

Ezo û Ûso û Rizo sazbend in û wek ekîb diherin dawetan, li dawetan distirên.
Zivistan e!
Şevekê dîsa li dawetekê lê dixin û diavêjin ber hev; govend xweş gerîyaye, dê weledê xwe avêtîye.
Hevalekî wan ê şeytan heye; karê wî tevlihevî, qerf û tewtewetî ye. 
Axir, radibe diihere bi dizî hebên vîagrayê dixe nav qedehên wan ên qahweyê û dibe datîne ber wan.
Hayê sazbendên me ji bayê felekê tune ximîna wan e lê dixin û distirên.
Piştî demekê heraret li Rizo radibe û ji ber germê nema debar dike, bişkokên gomlekê xwe vedike û xwe li nav qelebalixîya berbûyan diqewimîne.
Xwedîyê dawetê lê dinere, şaş û matmayî dimîne; radibe dide pey wî û dihere bi çengûrê wî digire, wî tîne ser dikê, dibêje:
-Xêr e kuro? Te em hetikandin! Vê sermê çi bi te hatîye?
Rizo dibêje:
-Ez şewitîm, agir bi canê min ket. Nikarim debar bikim.
Hîn xwedîyê dawetê meseleya Rizo safî nekirîye, Ûso li ser kursîyê rûniştîye, qûna xwe dibe tîne û çîpên xwe kil dike, diricifîne û bi hev dide, mîna gêrîk li nav nigên wî bigerin.
Xwedîyê dawetê dibêje:
-Kuro Ûso îja çi hewalê te heye? Eyb e, çavên her kesî li ser te ye. Hişê xwe bide serê xwe, biaqil be! Te xêr e, weha tu xwe fehş û bêhawe dikî!
Ûso dibêje:
-Ez jî nizanim bê ka çi bi min hat. Nikarim bi xwe!
Ezo şipîya li paş orgê sekinîye û tilîyên wî li ser tûşên orgê direqisin. 
Ezo bala xwedîyê dawetê dikişîne. Xwedîyê dawetê nêzîkî Ezo dibe, dibêje:
-Her du hevalên te ne normal in. Çelê vê zivistanê, yek dibêje germ e, ez şewitîm, yek dibêje ez di xwe de hilnayêm, nikarim bi xwe. Baş e ku tişt bi te nehatîye gidî!
Ezo dibêje:
-Heylo!. Min jî digot çima agir û pîşo ketîye qûna min, vitevita qûna min e, dixwire!..