19 Haziran 2024 Çarşamba

vî zemanî

Ne tenê xwendin bi tena serê xwe meriv dike bîrbir û zana;
ne jî tenê kinc û cilûberg bi tena serê xwe meriv dike medenî û modern;
îja heyran…
vî zemanî pere meriv dike bîrbir û zana jî, meriv dike modern û medenî jî;
lê…
heger di hundirê meriv de tune be ew cewher û  qumaşê meriv ne esîl be, her tişt li ser meriv wek pîneyekê beloq disekine, mixabin.
Û jixwe…
gundî jî ji pîneyan hez dikin.
Yanî…
dinyanedîtî ji nişka ve dinyayê bibîne, ew bifitile ji bavê xwe re bibêje, 
“Yabo, taq mezin e yan qûna min?”
Bi kin û kurdîya kurmancî,
her tim min ji kesên sade ango wek xwe hez kirîye;
wek xwe:
yanî yên ji dilê wan çawa tê werê dibêjin û tev digerin
ango bêyî ku bifikirin bê gelo kî yê ji min re li çepikan bixe û ew ê bi kê xweş bê, dipeyivin/dikin/tev digerin.
Axir…

Gotina Dawî
Vî zemanî, zû bi zû kes wek xwe namîne.